Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Polîsê Hewlêrê ragihand ku Xurşîd Herkî û birayê wî hatine desteserkirin.
Ew bi şehîdxistina Pêşmergeyekî, kuştina welatiyekî û derxistina alozî û çend tohmetên din tên tawanbarkirin.
Destê sibehê polîsan Xurşîd Herkî û birayê wî li navçeya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê desteserkirin.
Birêvebiriya Polîsê Hewlêrê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku piştî giliyê yasayî û bi fermana dadger gumanbar Xurşîd Letîf û Heyder Letîf ji aliyê hêzên wan ve hatine desteserkirin.
Polîsê Hewlêrê li ser tohmetên li ser van her du kesan got:
"Bûne sedema alozî û pirsgirêkan û wan dest daniye ser mal û milkên welatiyan û milkên giştî.
Her wiha bi şehîdxistina Pêşmergeyekî û kuştina welatiyekî û şewitandina kel û pelên leşkerî yên hêzên Pêşmergeyan tên tohmetbarkirin."
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku her du gumanbaran ji bo "teşwîqa xelkê ya li dijî yasayê û aramiya giştî, rêgirî li projeyên hikûmetê û gefa têkdana binesaziya aborî" li deverên cuda yên Xebatê xebitîne.
Polîsê Hewlêrê tekez kir ku dê di dema bê de her du navborî ji ber wan sûcên ku li ser wan in derkevin ber dadgehê û anî ziman:
"Em welatiyan dilniya dikin ku mal û milkên wan parastî ne û yasa serwer e.
Rê bi kesî nayê dayîn ku aramiya welêt têk bibe."
Çi bûbû?
Êvara 8ê Tîrmeha 2025an li gundê Girderêşeyê yê navçeya Xebatê ya Hewlêrê di navbera hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û alîgirên Xurşîd Herkî de şer û pevçûn derketibûn.
Pênc rojan berî wê di navbera beşek ji eşîra Herkiyan a nêzîkî Xurşîd Herkî û eşîra Goranan de alozî çêbibû.
Di encama şerê 8ê Tîrmehê de 2 kes mirin ku yek ji wan karmendekî Hêza Zêrevaniyê bû û yê din jî welatiyekî ji eşîra Herkiyan û şêniyê Xebatê bû.
Xurşîd Herkî 28ê Çiriya Pêşîna 2025an ji Rûdawê re ragihandibû ku ew pirsgirêka mezin a li ser erd û zeviyan a bi eşîra Goranan re bi hewldanên Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi dawî bûye.



.webp&w=3840&q=75)