Hewlêr (Rûdaw) - Di Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de, Fransayê bi 1-0 zora Paraguayê bir û derbasî çaryeka fînalê bû.
Fransa di vê qonaxê de bû reqîba Fasê.
Nîveka yekem a maça ku li Stadyuma Philadelphiayê hat lîstin bê gol bi dawî bû.
Xuleka 65an Desire Doue di nav qada cezayê de bi midaxeleya Diego Gomez ket erdê.
Hakem Tantashev pêşî lîstik neda rawestandin lê piştî hişyariya VARê pozîsyon ducare temaşe kir û nîşana penaltiyê da.
Xuleka 70yî Mbappe ji penaltiyê gola xwe avêt û Fransa 1-0 xist pêş.
Mbappe bi vê golê hejmara golên xwe yên di vê turnuvayê de derxist 7an û bi giştî jî gihîşt 19 golan.
Tevî hewaya germ jî 68 hezar û 324 alîgiran ji trîbunan maç şopand.
Fransayê bi vê xalê bilêta çaryeka fînalê wergirt û di vê qonaxê de bû reqîba Fasê.




.jpg&w=3840&q=75)