Lavrov: Tirkiye amade ye li ser vekişîna ji Sûriyeyê biaxive

3 demjimêr berê
Nîşan Sergey Lavrov Tirkiye Sûriye Rojavayê Kurdistanê Vekişîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, “Tirkiye amade ye li ser vekişîna ji Sûriyeyê biaxive.”

Wezîrê Karên Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser vekişîna Tirkiyeyê ya ji Rojavayê Kurdistanê ji Russia Todayê re axivî.

“Tirk ji bo vê yekê amade ne”

Sergey Lavrov diyar kir, “Tirkiye amade ye li ser vekişîna ji Sûriyeyê biaxive” lê li ser şertan lihevkirin çênebûye û got:

“Tirk ji bo vê yekê amade ne lê hîn li ser parametreyên taybet lihevkirin çênebûye.

Em li ser vegera penaberan û tedbîrên ji bo nehiştina gefên terorê diaxivin û ev jî dê hebûna Tirkan bê wate bikin.

Li ser van hemûyan tê axaftin.”

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed gotibû ku ji bo destpêkirina diyalogê vekişîna Tirkiyeyê ne şert e lê wî behsa serweriya welatê xwe kiribû û li pey çûbû:

“Ji bo jinûveavakirina pêwendiyeke divê tiştên ku bûne sedema rûxîna wê ji holê bên rakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst