Hewlêr (Rûdaw) - Li Fransayê xwenîşandanên xwendekarên lîseyan ên bi daxwaza başkirina şert û mercên perwerdeyê her ku diçe berfirehtir dibin û li hinek cihan jî tundî derdikeve.
Li gorî nûçeyên medyaya Fransayê, bi sedan xwendekarên lîseyê li ber Lîseya Claude Monetê ya li Parîsê kom bûn û bi qutiyên çopê deriyê dibistanê girtin.
Xwendekarên ku pankart bilind kiribûn û dirûşm gotin, xwest ku mercên perwerdeyê werin başkirin.
Li herêmên 11emîn û 19emîn ên Parîsê jî li ber 2 lîseyên cuda qutiyên çopê û barîkatên hesin hatin şewitandin.
Li bajarê Lyonê jî li bi dehan lîseyan xwenîşandan berdewam dikin.
Li Lîseya Saint-Justê ya ku xwendekaran doh agir pê xistibû îro perwerde hat rawestandin.
Xwendekaran li bajarê Nantesê danê sibehê agir berda Lîseya Nelson Mandelayê û rêyên li derdora dibistanê ji bo trafîkê hatin girtin.
Parêzgariya Bouches-du-Rhoneyê ragihand ku li seranserî parêzgehê 40 dibistanan ji ber xwenîşandanan zerer dîtiye û li 18 dibistanan xwendekaran rê li ber çûyîna polan girtiye.
Her wiha li ser torên civakî dîmenên ku nîşan didin xwendekarên li Marsîlyayê otobusekê dişewitînin belav bûn.
Li Lîseya Saint-Exuperyê ya li Marsîlyayê wesayîteke agirvemirandinê hat şewitandin û karmendekî agirvemirandinê birîndar bû.
Xwenîşanderan her wiha dest danî ser hinek otobusên giştî yên li derdora lîseyan.
Seferên veguhastinê hatin rawestandin
Şirketa RTMyê ya berpirsa xeta otobusên giştî ya li bajêr daxuyaniyek da û ji ber van liv û tevgerên xwenîşanderan dilgiraniya xwe anî zimên.
Şirketê di daxuyaniya xwe de xwest ku kes zererê nede şofêr û wesayîtên ku xizmeta giştî dikin.
Hat ragihandin ku ji ber zerer û êrişan seferên veguhastinê hatine rawestandin.
Dema mercên guncav pêk bên, seferên otobus, tramway û metroyê bi parastina hêzên ewlehiyê dê careke din dest pê bikin.
Her wiha li Marsîlyayê xeta tramwayê jî ji aliyê xwenîşanderan ve hat şewitandin û çûn û hatina trênan hat rawestandin.
Li bajarê Le Havreyê yê li bakurê Fransayê jî endamên sendîkayan ji bo parastina xwendekarên Lîseya François 1ê li derdora wan bûn xelek.
Li parêzgeha Alpes-Maritimesê xwenîşandan berfireh bûn û ji doh şev ve 50 kes hatin desteserkirin.
Parêzgariya Seine-Maritimê ragihand ku li lîseyên dorpêçkirî tundiyeke giran rû daye û zerereke madî ya mezin çêbûye.
Parêzgariyê diyar kir ku îro bi desteserkirina 14 kesên din re, hejmara desteserkiriyan gihiştiye 24an.
Wezîrê Perwerdeyê: Ti tişt tundiyê rewa nake
Wezîrê Perwerdeyê yê Fransayê Edouard Geffray li ser hesabê xwe yê Xê got, "Ti tişt tundiyê rewa nake."
Edouard Geffray bertek nîşanî wan xwendekarên ku zererê didin malên giştî û siyasetmedarên çepgir ên ku piştgiriya xwenîşandanan dikin da.
Geffray destnîşan kir ku parastina xwendekar û mamosteyan di ser her tiştî re ye û xwest ku heke pêwîst be perwerde ji dûr ve were kirin.
Xwenîşandan gihîştin zanîngehan
Li seranserî Fransayê û bi taybetî li Parîsa paytext, xwendekarên gelek zanîngehan jî ji danê sibehê ve dest bi dorpêçkirina zanîngehan kir.
Li bajarên wekî Parîs, Strasbourg, Montpellier, Tours, Lille, Lyon û Dijonê li 26 zanîngehan xwendekaran ji bo piştgiriya xwendekarên lîseyê deriyên zanîngehan girtin.
Li Zanîngeha Paris 8ê ya li taxa Saint-Denisê ya Parîsê xwendekaran bi qutiyên çopê barîkat çêkirin.
Xwendekarên zanîngehê ji hikûmetê xwest ku pişka budceyê ya ji bo xwendekaran were zêdekirin.
Hêzên ewlehiyê midaxeleyî xwenîşandanên ku li gelek bajaran tund bûn kir.
Di navbera polîsan û xwenîşanderan de pevçûn derket û polîsan gaza rondikrêj bi kar anî.
Li gorî çavkaniyên polîsan, li seranserî Fransayê li ber lîseyan 340 xwenîşandan hatin lidarxistin û rê li ber ketina 169 dibistanan hat girtin.
Li gorî medyaya Fransayê, Serokwezîr Sebastien Lecornu ferman da wezîran ku heta destpêka hefteya bê hemû geştên xwe betal bikin.
Lecornu diyar kir ku hemû parêzgarî şiyanên xwe bi kar tînin da ku vê rewşê aram bikin.
Hikûmetê ragihandibû ku doh di xwenîşandanên li Fransayê de xwendekar, karmendên perwerdeyê û hêzên ewlehiyê jî di nav de 202 kes birîndar bûne û 625 kes jî hatine desteserkirin.


