Hewlêr (Rûdaw) - Tom Barrack derbarê Îraqê got, “Divê hemû hêzên çekdar di bin fermandariyekê de bicivin.”
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Îraqê Tom Barrack da zanîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêvajoya vegera hêzên Amerîkayê temam kiriye lê ev nayê wê wateyê ku Washington bi temamî pişta xwe dide Îraqê.
Tom Barrack 30ê Îlona 2026an li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û bi bîr xist ku di ser cara yekem a derbasbûna leşkerên Amerîkayê ya nav Îraqê re 23 sal derbas bûne.
Barrack diyar kir ku Trump pêvajoya vegera leşkeran bi liberçavgirtina berjewendiyên Bexda, Hewlêr, hevalbendên herêmî û Amerîkayê di çarçoveyeke stratejîk de bi dawî aniye.
"Îraq êdî li ser pêyên xwe radiweste"
Tom Barrack li ser vê mijarê got:
"Ji 23 sal berê ve ku cara yekem leşkerên Amerîkayê pê li axa Îraqê kir, heta niha Serok Trump pêvajoya vegera hêzên me ya welêt temam kir.
Ev yek ne bi piştdan û terkkirinê, bi komkirina Bexda, Hewlêr, dostên me yên herêmî û berjewendiyên Amerîkayê di çarçoveyeke stratejîk de pêk hat."
Barrack her wiha bal kişand ser keda leşkerên Amerîka û Îraqê yên ku bi salan li wir xizmet kiriye û mirine.
Tom Barrack destnîşan kir ku bi saya wan fêdakariyan Îraq êdî dikare li ser pêyên xwe raweste.
Barrack li ser rola nû ya Amerîkayê ya li Îraqê got, "Amerîka ne wekî garnîzonekê, dê wekî dostekî bimîne."
"Derfetek ji bo fermandariyeke yekgirtî"
Barrack diyar kir ku piştî vekişîna leşkeran ji bo Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û gelê Îraqê derfeteke nû çêbûye.
Nûnerê Amerîkayê destnîşan kir ku divê hemû hêzên çekdar ên li Îraqê di bin sîwana dewletekê û zincîreke yekgirtî ya fermandariyê de bicivin û pê de çû:
"Deriyekî ku demeke dirêj girtî bû vebû. Ji bo Serokwezîr Elî Zeydî û gelê Îraqê derfetek çêbû ku hemû hêzên çekdar ên Îraqê di bin dewletekê û zincîreke yekgirtî ya fermandariyê de kom bikin."
Barrack di dawiya daxuyaniya xwe de ji Trump re got, "Aferim Birêz Serok."
Erkê leşkerî yê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê yê li Îraq û Herêma Kurdistanê 30ê Îlonê bi dawî bû û leşkerên dawî ji welêt derketin.



