Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji ber bêencambûna hevdîtinên di navbera Washington û Tehranê de, ji şandeya Îranê xwestiye ku yekser ji Amerîkayê derkeve.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî di nava şandeyê de bû.
Li gorî nûçeya malpera Axiosê ya Amerîkayê ku xwe dispêre berpirsekî Amerîkayî û çavkaniyeke nêzîkî mijarê, Rubio roja duşemê ferman daye ku şandeya Îranê ji axa Amerîkayê derkeve.
Berpirsê Amerîkayî da zanîn ku civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî qediyabûn lê şandeya Îranê li New Yorkê dima û got, "Êdî wextê çûna wan hatibû."
Her wiha ajansa Associated Pressê (AP) jî li ser zarê du rayedarên Amerîkayî ragihand ku Rubio xwestiye Eraqçî û şandeya pê re beriya dema diyarkirî ji New Yorkê derkevin.
Hat diyarkirin ku Eraqçî ji bo berdewamiya dan û standinên nerasterast ên bi Amerîkayê re li New Yorkê dima.
Di dan û standinan de bipêşketin çênebû
Di dan û standinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de, bi navbeynkariya Qeterê hewlên ji bo çareseriyeke dîplomatîk berdewam dikir.
Lê di navbera her du aliyan de bi taybetî li ser bernameya nukleer a Îranê û Tengava Hurmizê cudahiyên mezin ên nêrînan hene.
Li gorî Axiosê, Koşka Spî sibeha duşemê wisa difikirî ku dê di dan û standinan de bipêşketin çêbibe lê di demjimêrên pişt re derket holê ku hevdîtin xitimîne.
Şandeya Îranê piştî daxwaza Rubio ji New Yorkê derket û çû Dohayê.
Lê aliyê Îranê ragihand ku vegera şandeyê jixwe plankirî bû û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî ji vê planê agahdar bû.
Trump: An em dê peymanê bikin an jî...
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser Îranê daxuyanî da û diyar kir ku du vebijêrkên wan hene.
Trump got, "Divê em biryarekê bidin; an em dê li wan bixin an jî em dê peymanê îmze bikin" û destnîşan kir ku dem kêm maye.
Têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Amerîka û Îranê de bi rêya Qeter û navbeynkarên din berdewam dikin lê heta niha di dan û standinên ji bo peymaneke nû de ti bipêşketina berbiçav çênebûye.
Tê ragihandin ku Qeter di navbera her du aliyan de peyaman dibe û tîne.



