Nêçîrvan Barzanî diçe Awisturyayê

01-07-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Awisturya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi bo hinek hevdîtinên fermî diçe Awisturyayê.

Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê Nêçîrvan Barzanî îro here Viyanaya paytexta Awisturyayê.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî dê sibe bi Serokkomarê Awisturyayê Alexander Van der Bellen û Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg re hevdîtinan bike.

Ofîsa Serokatiyê destnîşan kir ku dê di hevdîtinan de mijarên wekî “bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Awisturyayê re û derfetên ji bo berfirehkirina hevkariyê” werin nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst