Hewlêr (Rûdaw) - Kûçikê bi navê Tsunami di erdhejên Venezuelayê de cihê 26 kesên di bin kavilan de dît û ew ji mirinê rizgar kirin.
Tsunami kûçikekî 9 salî ye û hesta wî ya bêhnkirinê ji ya kûçikên din zêdetir e û gelekî bihêz e.
24ê Hezîrana îsal 2 erdhejên mezin li Venezuelayê çêbûn.
Kûçikê leheng Tsunami di bin kavilan de cihê 26 kesan dît û ew ji mirinê rizgar kirin.
Li Kurdistanê jî jiyan rizgar kiribûn
Tsunami ne tenê li Venezuelayê di erdheja Sibata 2023yan a Bakur û Rojavayê Kurdistanê de jî di bin kavilan de li qurbaniyan geriyabû.
Di erdheja Kurdistanê de jî wî 9 kes bi saxî dîtibûn.
Tişta balkêş a Tsunami ew e ku rengên her du çavên wî ji hev cuda ne.
Serpêhatiya wî jî hinekî xemgîn e, ew bêxwedî mezin bûbû û li kolanên Karakasê xwarin bi dest nedixist.
Tenduristiya wî gelekî xirab bû.
Pişt re wî dibin navendeke perwerdeyê û ew di nav tîmên polîsan de dest bi kar dike.
"Şiyana wî ya çareserkirina pirsgirêkan bilind e"
Xelk ji Tsunami gelekî hez dike û pê re wêneyan digirin.
Tsunami ji aliyê Jorge Beens ve tê perwerdekirin.
Jorge Beens ku birêvebirê navendeke perwerdekirina kûçikên rizgarkirinê ye, li ser Tsunami got:
"Gelek kes dibêjin ku Tsunami kûçikekî kolanan bû lê ev ne rast e. Berê pirsgirêkên Tsunami yên tevgerî hebûn.
Tew miamelekirina bi wî re û paqijkirin û şûştina wî jî zehmet bû."
Piştî mirina kûçikê wî yê berê, hevalekî wî Tsunami diyarî Jorge kir û wî jî biryar da ku Tsunami perwerde bike.
Jorge Beens li ser vê yekê jî got:
"Têkiliyeke dostaniyê ya pir xweş di navbera me de ava bû û min biryar da ku ez wî perwerde bikim. Tsunami cîhana min guherand."
Li gorî gotina Jorge Beens, hişmendiya Tsunami di asta zarokekî 6 salî de ye û şiyana wî ya çareserkirina pirsgirêkan bilind e.
Fîlma wî tê çêkirin
Jorge Beens da zanîn ku dê di demeke nêzîk de fîlma "Tsunami" were çêkirin û wî bi gotina "Li benda surprîzeke mezin bin" bal kişand ser vê yekê.
Li gorî amaran, di erdheja 7,5 pileyî ya îsal a Venezuelayê de 6 hezar û 439 kes mirin.
Her wiha 6 hezar û 462 kes jî bi saxî hatin rizgarkirin.
Jorge biryar daye ku Tsunami malnişîn bike û du kûçikên nû yên cureyê "Border Collie" bixe şûna wî.
Lê belê Jorge ne bawer e ku ew dê karibin cihê Tsunami bigirin.

.webp&w=3840&q=75)
