Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanê Kurd Beyar Seîdê ji Hisîçayê di êrişa li bajarê Fagerstayê de çû hawara xwişka xwe lê bi şaşîtî hat desteserkirin
Beriya 2 rojan li bajarê Fagerstayê yê Swêdê ciwanekî 18 salî yê Swêdî bi şûr êrişî dibistanekê kir.
Di êrişê de kesek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Ciwanekî Kurd ê ji Hisîçayê yê bi navê Beyar Seîd dema ku dibihîse êrişî dibistana xwişka wî hatiye kirin, bi lez berê xwe dide dibistanê.
"Min xwest ez xwişka xwe rizgar bikim"
Beyar Seîd ji Rûdawê re qala wan kêliyên tije tirs kir.
Beyar li nêzîkî wê dibistanê dixebitî.
Dema ku ew bi êrişê dihese, karê xwe dihêle û bi lez diçe hawara xwişka xwe.
Xwişka wî Sarîn di pola 11an de dixwîne û di dema êrişê de li dibistanê bûye.
Beyar li ser bûyerê got, "Gelek kes reviyan lê min tenê xwişka xwe difikirî. Min xwest ez wê ji destê êrişkar rizgar bikim."
Polîsan bi şaşîtî Beyar desteser kir
Dema ku polîs gihîştin cihê bûyerê, polîsan Beyar Seîd wekî gumanbar dît û ew desteser kir.
Beyar li ser vê mijarê jî ev agahî dan:
"Polîsan ez girtim û nêzîkî 3 demjimêran ez desteserkirî mam. Wan digot qey min êriş kiriye.
Lê piştî ku lêkolîn hat kirin û rastî eşkere bû wan ez berdam."
Êrişkar çekê xwe di gîtarê de veşartibû
Li gorî agahiyên ku Beyar Seîd dane, êrişkar ciwanekî Swêdî ye ku berê hinek pirsgirêkên wî yên derûnî hebûne.
Êrişkar çekê xwe di nav gîtarê de veşartibû û bi wî awayî çûbû dibistanê.
Heta niha polîsan qala wê yekê nekiriye ka êrişkar bi tena serê xwe bûye yan koma wî heye.
Ji ber vê êrişê, dibistan niha girtî ye û lêkolînên polîsan didomin.
Xwendekar hîn jî di nav tirsê de ne
Beyar Seîd diyar kir ku xwişka wî Sarînê her tişt bi çavên xwe dîtiye û niha di rewşeke giran a derûnî de ye û got:
"Sarînê dît ku êrişkar êrişî hevala wê kir û ew kuşt. Ew niha gelekî ditirse û em nizanin em dê çawa dîsa wê bişînin dibistanê."
Malbata Beyarî li benda encamên lêkolînên polîsan e û ew ji bo ewlehiya zarokên xwe dilgiran in.

.webp&w=3840&q=75)
