Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Futbolê ya Jinan Yuksekova Sporê (Gever) li mala xwe Dudulluspor 1-0 têk bir û bû şampiyan.
Yuksekova Spor bi vê serkeftinê derket Lîga Super.
Tîma Futbolê ya Jinan a Yuksekova Sporê (Gever) ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê di maça dawî ya Play Offê ya Lîga Yekemîn a Jinan a Tirkiyeyê de li stadyûma xwe bi tîma Stenbolê Dudullu Sporê lîst.
Yuksekova Sporê bi gola Bîrsen Bozbagê ya xuleka 36an Dudullu Spor 1-0 têk bir.
Yuksekova Spor bi vê serkeftinê di Lîga Yekemîn a Jinan a Tirkiyeyê de bû şampiyon û derket Lîga Super.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse