Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Nahît Eren piştî maça bi Beşîktaşê re bertek nîşanî hakeman da û got, "Em têgihiştineke wiha ya birêvebirinê û hakeman qebûl nakin. Hûn nikarin rengê ku Amedsporê daye vê lîgê tarî bikin."
Amedsporê di hefteya 6an a Lîga Super a de mazûvaniya Beşîktaşê kir.
Amedspor li hemberî Beşîktaşê 3-2 bi ser ket û bû lîder.
Nahît Eren piştî maça li Stadyuma Amedê ji rojnamegeran re axivî û ji ber biryarên hakeman bertekeke tund nîşan da.
Eren her wiha ji ber serkeftinê spasiya tîmê, lîstikvanan, heyeta teknîkê û alîgiran kir.
"Hûn dê heta tîmên Stenbolê gol bavêjin maçê bidomînin?"
Eren da zanîn ku wî heta îro ne di lîga yekem de û ne jî di Lîga Super de piştî maçekê daxuyanî nedaye û pê de çû:
"Îro li vê stadyumê ji bo ku hevrikê me golê biavêje mixabin hakeman helwestek nîşan da.
Ev yek ji stadyumê gelekî zelal tê dîtin. Wî 14 xulekan maç dirêj kir. Penaltî çêbû lê hûn 14 xulekan didin lîstin.
Yanî hûn dê heta ku tîmên Stenbolê golê bavêjin maçê bidomînin? Em vê yekê qebûl nakin.
Roja ewil me ev yek gotibû: Amedspor dê were û rengekî bide Lîga Super.
Em dê wan rêzikên Lîga Super ên ku heta îro didomin biguherin.
Tîmên ji Anatolyayê dê bi piştgiriya alîgirên xwe di vê lîgê de bibin xwedî gotin.
Em bi kadroyên xwedî budceyên xwerû hatine ku rêzên vê lîgê tengav bikin lê bi van şêweyên birêvebirinê ev lîg bi pêş ve naçe.
Binêrin, kartên ku dane lîstikvanê me cihê nîqaşê ne lê em niyet û îradeya dirêjkirina maçê ya heta gola hevrik qebûl nakin.
Em ji vir bangî berpirsan dikin, bangî Federasyona Fotbolê ya Tirkiyeyê dikin.
Îro em bûn lîder lê dilê me rehet nîne. Em têgihiştineke wiha ya birêvebirinê û hakeman qebûl nakin.
Hûn nikarin rengê ku Amedsporê daye vê lîgê tarî bikin. Hûn nikarin vîna têkoşînê ya ku Amedsporê daye vê lîgê tarî bikin.
Rahênerê me bertek nîşanî te da ji ber ku te 14 xulekan maç dirêj kir lê tu karta sor nîşanî rahênerê me jî didî."
"Em ji bo bexteweriya vî gelî li vir in"
Nahît Eren anî zimên ku ew dê têkoşîna xwe bidomînin û axaftina xwe wiha qedand:
"Em bi vê kadroya ku me bi budceyeke xwerû ava kiriye dixwazin di Lîga Super de mayînde bin û xwe li rêzên jor xurt bikin.
Em li vir in da ku di dawiya lîgê de vî gelê delal û van alîgirên hêja dilxweş bikin.
Ez careke din spasiya hemû alîgirên me dikim. Îro careke din hişyariyê didim: Ji kerema xwe re bi biryarên hakeman mohra xwe li vê lîgê nexin.
Ji bo vê encama xweşik, ez spasiyeke jidil û ji kûr ve pêşkêşî heyeta me ya teknîkê û lîstikvanên me dikim."




