Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê ya Bakurê Kurdistanê li beramberî Beşîktaşê dikeve qada lîstikê û ji bo ku derkeve lûtkeya Lîga Super a Tirkiyeyê li ber derfeteke dîrokî ye.
Di hefteya 6emîn a Lîga Super de Amedspor li pêşberî alîgirên xwe mazûvaniya Beşîktaşê dike.
Maç saet 20:00an dê li Amedê were lîstin.
Ev maç li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rastî eleqeyeke mezin tê.
Her du tîm di dîroka Lîga Super de cara yekem e tên pêşberî hev û stêrkên Beşîktaşê li Amedê dibin mêhvanên Amedsporê.
Amedspor piştî derketina xwe ya Lîga Super nav û dengekî zêdetir bi dest xist û hejmara alîgirên wê roj bi roj zêdetir dibe.
Ji dema derketina Lîga Super ve ev maça çaremîn e ku Amedspor li mala xwe dilîze û peydakirina bilêtên vê tîma Bakurê Kurdistanê bûye daxwaza herî mezin.
Roja înê bilêtên maça li hemberî Beşîktaşê hatin firotin û di nava kêmtirî 15 xulekan de zêdetirî 30 hezar bilêtî qediyan.
Her çend 30 hezar alîgir li stadyumê temaşeyî maçê dikin jî, bi milyonan Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê li benda maçên vê tîmê ne û bi serkeftinên wê şad dibin.
Amedspor di vê demsalê de
Amedsporê di vê demsala Lîga Super de heta niha 5 maç lîstine; 3 maçên li hemberî Erziromspor, Trabzonspor û Başakşehîrê birine, di maçekê de li hemberî Kocaelisporê têk çûye û bi Kasimpaşayê re jî wekî hev maye.
Kesk û soran di maça dawî de li hemberî Başakşehîrê lîst û bi serkêşiya Gift Orban bi encameke dîrokî 5-0 bi ser ket û 3 puanên din wergirtin.
Vê serkeftinê piştrast kir ku serkeftina li dijî Trabzonsporê ne tesaduf bû û berhema keda wan û asta bilind a tîmê bû.
Amedsporê di 5 maçên borî de 12 gol avêtine (navîniya her maçê 2,4 gol e) û 5 gol xwarine.
Li hemberî Erziromspor û Başakşehîrê jî keleha xwe ji golan parastiye.
Stêrka Nîjeryayî ya Amedsporê Gift Orban di vê demsala Lîga Super de derketiye pêş; wî heta niha 6 gol kirine û golek jî amade kiriye.
Orban niha bi stêrka Misirî ya Trabzonsporê Mihemed Salah û stêrka Galatasarayê Victor Osimhen re dikeve pêşbirkê ku xwediyê heman hejmara golan in.
Amedspor bi serkeftinê dîrokeke nû dinivîse
Amedspor li ber derfeteke mezin e ku cara ewil derkeve lûtkeya lîgê, lewma serkeftina di vê maçê de ji bo tîmê xwedî wateyeke pir mezin e.
Piştî ku Galatasaray li hemberî Trabzonsporê 4-0 têk çû û 3 puan winda kirin, ji bo Amedsporê derfeteke zêrîn çêbûye ku xwe bigihîne serê lîsteyê.
Eger Amedspor zora Beşîktaşê bibe, puanên xwe bi yên Galatasarayê re wekhev dike û dibe xwediyê 13 puanan.
Bi vî awayî bi averaja golan tîma Bakurê Kurdistanê derdikeve lûtkeya Lîga Super.
Piştî vê maçê jî ji ber bêhnvedana navneteweyî nêzîkî 20 rojan lîg tê rawestandin.
Beşîktaş di vê demsalê de
Tîma Beşîktaşê yek ji tîmên herî navdar ên Tirkiyeyê ye û bihayê tîmê digihêje zêdetirî 266 milyon euroyî.
Rahênerê navdar ê Îtalî Vincenzo Italiano birêvebiriya tîmê dike û êrişberê Sirb ê berê yê Juventusê Dusan Vlahovic pêşengiya xeta êrişê dike.
Beşîktaşê di vê demsalê de di 5 maçan de 4 serkeftin û têkçûnek tomar kiriye, 12 gol avêtine û 4 gol xwarine.
Beşîktaş bi 12 puanan di rêza duyem de ye û ew jî bi vê serkeftinê dikarin derkevin lûtkeyê.
Tekane têkçûna Beşîktaşê li deplasmanê li hemberî Alanyasporê bû.
Îşev jî li deplasmanê derdikeve pêşberî tîmekê ku alîgirên wê bêrawestan piştgiriyê didinê, ji ber vê jî karê mêhvanan ne hêsan e.
Tîma çaverêkirî ya Amedsporê
Tê çaverêkirin ku Amedspor di maça li hemberî Beşîktaşê de ti guherînan di tîma xwe de neke û bi heman lîstikvanên maça borî derkeve qadê.
Tê texmînkirin ku Amedspor bi plana 4-2-3-1ê bilîze û lîstikvan bi vî awayî li qadê belav bibin:
Qelevan: Alban Lafont
Parastin: Ermal Krasniqi, Lumbardh Dellova, David Bates, Umut Meraş
Navenda Qadê: Rayan Raveloson, Furkan Soyalp
Xeta Pêşîn: Samuel Ballet, Dia Saba, Mihemed Xelîl
Êrişber: Gift Orban
Wekî maçên borî, Rahênerê Amedsporê Besnik Hasi ji ber birîndarbûnê nikare sûdê ji şiyanên Yira Sor wergire.
Tîma çaverêkirî ya Beşîktaşê
Tê pêşbînîkirin ku Vincenzo Italiano tîma xwe bi plana 4-1-4-1ê derxe maçê:
Qelevan: Alexander Nubel
Parastin: Amir Murillo, Emirhan Topçu, Emmanuel Agbadou, Ridvan Yilmaz
Pêşiya Parastinê: Salih Ozcan
Navenda Qadê: Ernest Poku, Junior Olaitan, Orkun Kokçu, Îlhan Fakili
Êrişber: Dusan Vlahovic
Di tîma Beşîktaşê de stêrka Belçîkayî û lîstikvanê berê yê Arsenalê Leandro Trossard ji ber birîndarbûnê nikare di vê maçê de bilîze û bi tîmê re neçûye Amedê.




