Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê di hefteya 6emîn a Super Lîga Tirkiyeyê de li mala xwe Beşîktaş 3-2 têk bir.
Amedspor îro li mala xwe demjimêr 20:00an bi Beşîktaşê re lîst.
Amedsporê li mala xwe 3-2 zora Beşiktaşê bir û bû lîderê lîgê.
Li Amedê stadyuma 30 hezar kesî bi temamî tijî bû û bi deh hezaran kes jî bê bilêt man.
Amedsporê bi piştgiriya alîgirên xwe bi bihêz dest bi lîstikê kir.
Gift Orban xuleka 13an bi şûteke dûr gola yekem avêt û maç bû 1-0.
Xuleka 22yan Dia Saba ji derveyî qada cezayê şûtek kişand û gog şand torên Beşîşktaê û ferq derxist 2yan.
Nîvê yekem bi vê encamê qediya.
Di nîvê duyem de 3 gol hatin
Beşîktaşê di nîvê duyem de êrişên xwe zêde kirin.
Xuleka 54an Dusan Vlahovic gola Beşîktaşê avêt.
Lê Amedsporê zû bersiv da.
Umut Soyalp xuleka 59an sûd ji xeletiya lîstikvanên Beşîktaşê wergirt û skor kir 3-1.
Lîstikvanê Beşîktaşê Orkun Kokçu xuleka 90+8an bi penaltiyê golek avêt û maç 3-2 bi dawî bû.
Amedsporê bi vê serkeftinê puanên xwe kirin 13 û di Super Lîga Tirkiyeyê de derket rêza yekem.



