Hewlêr (Rûdaw) - Bafil Talebanî got, "Ez tîma Dihokê ji dil û can pîroz dikim û kêfxweş im ku cara yekem tîmeke Kurdistanê û Îraqê dibe şampiyonê Kupaya Kendavê."
Dihok şeva borî di maça fînalê ya Kupaya Kendavê de bi Qadisiyeya tîma Kuweytê re lîst.
Tîma Dihokê 2-1 zora Qadisiyeyê bir û bû şampiyon.
"Ev serkeftina Dihoka rengereng cihê serbilindiya me ye”
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsî:
"Ev serkeftina Dihoka rengereng cihê serbilindiya me ye û pîrozbahiyên germ li alîgir û tîma Dihokê û hemû Kurdistaniyên hêja dikim."
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê da zanîn, serkeftina Dihokê wan han dide ku piştgiriyeke zêdetir ji qada werzişê re were dayîn da ku tîmên Kurdistanê di vê qadê de pêşeng bin.
#VÎDEO - Dema ku Dihok kupaya şampiyoniyê radike alîgirên wê jî asmanan ronî dikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 16, 2025
⚽️ 🏆 Tîma futbolê ya Dihokê bû Şampiyonê Kendavê
📹Şêrko Aleyî ji Rûdawê re şandiye pic.twitter.com/PetJKYetVm
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse