Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa weşanker a mafên weşana Lîga Super a Tirkiyeyê beIN Sportsê dest bi pêngaveke berfireh a mafê telîfê kir û hemû dîmenên taybet ên koreografiya balkêş a alîgirên Amedsporê ya bi navê "EM HATIN" ji ser torên medyaya civakî da jêbirin.
Alîgirên Amedsporê berî maça dîrokî ya li hemberî Beşîktaşê li Stadyuma Amedê koreografiyeke mezin û rengîn ku li ser bi tîpên mezin "EM HATIN" hatibû nivîsandin nîşan dabûn.
Ev dîmenên ku di nav demeke kurt de li ser torên civakî bûn trend, rastî berteka "mafên weşanê" ya şirketa weşanker hatin.
Şeva dîrokî û krîza telîfê
Li gorî agahiyan, piştî maça ku Amedsporê Beşîktaş 3-2 têk bir, gelek rojnameger, lîstikvan û rûpelên fermî yên alîgiran dîmenên vê şahî û koreografiyê parve kirin.
Lê belê xwediyê mafê weşanê ji ber "binpêkirina mafên taybet ên dîmenên stadyumê" hişyarî şand ji bo platformên X (Twitter), Instagram û TikTokê û daxwaza jêbirina dîmenan kir.
Gelek hesabên ku ev dîmen parve kiribûn neçar man ku dîmenên stadyumê û her wiha dîmenên fîşekên hewayî û koreografiyê ji ser hesabên xwe rakin.
"Ev biryareke siyasî ye"
Biryara jêbirina dîmenan di nav alîgirên Amedsporê û raya giştî ya Kurdan de bû sedema bertekên tund.
Alîgiran li ser torên civakî da zanîn ku koreografî berhemekî xebata alîgiran e û ti pewendiya wê bi mafê telîfê yê şirketê ve nîne.
Di şîroveyên alîgiran de hat diyarkirin ku nivîsa "EM HATIN" peyameke hezkir û alîgirên Amedsporê ye ku nîşaneya keda salan e.
Şirketa weşanker bi hinceta telîfê dixwaze deng û rengê Amedê bêdeng bike.



