Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, Turnuvaya 5emîn aTenîsê ya Cudî Cupa Navneteweyî bi maçên fînalê qediya.
Wê turnuvaya navneteweyî 6 rojan berdewam kir.
Tê de lîstikvanên ji 5 welatên cuda yên cîhanê amade bûn.
Îsal Turnuvaya 5emîn aTenîsê ya Cudî Cupa Navneteweyî hat lidarxistin û îro bi xelatkirina fînalîstan bi dawî hat.
Di vê turnuvayê de lîstikvanên ji welatên wekî Amerîka, Rûsya, Tirkiye, Yemen û Belarusê beşdar bûn.
Di beşa yekane ya mêran û di beşa dukesî ya mêran de, ew lîstikvanên ku nûnertiya Tirkiyeyê dikir bûn şampiyon.
Her wiha di beşa yekane ya keçan û di beşa dukesî ya keçan de jî lîstikvanên ji Rûsyayê bi ser ketin.
Merasîma xelatdayînê
Ji bo maçên fînalê û merasîma wergirtina xelatan gelek kes kom bûn.
Li gel rayedar û siyasetmedarên parêzgeha Şirnexê, gelek welatiyên xwecihî û lîstikvanên tenîsê jî di merasîmê de amade bûn.
Serokê Federasyona Tenîsê ya Tirkiyeyê Şafak Muderrisgil jî tevlî merasîmê bû û axivî.
"6 hezar û 500 lîstikvanên xwedî lîsans hene"
Şafak Muderrisgil pesnê bipêşketina werzişê ya li Şirnexê da û got:
“Dema ku ti lîstikvanên xwedî lîsans tune bûn, îro 6 hezar û 500 lîstikvanên xwedî lîsans hene. Ji wan hezar kes lîstikvanên çalak in."
Muderrisgil ev yek wekî serkeftineke mezin nirxand û wiha pê de çû:
"Ev serkeftineke mezin û çîrokeke serkeftinê ya mezin e. Ji ber vê yekê ez pîrozbahiyê li Şirnexê dikim. Li vir ez careke din dixwazim pîrozbahiyê li Şirnexê û li hemû kesên ku keda wan di vî karî de heye bikim.”


