Amed (Rûdaw) - Hejmara alîgirên Amedsporê di nav Kurdan de roj bi roj zêdetir dibe û bi vê zêdebûnê re daxwaza kirîna formayên Amedsporê jî qat bi qat zêde dibe.
Wisa lê hatiye ku êdî li dikanên Amedsporê mirov nikare formayên li gorî xwe peyda bike.
Her formaya ku dikeve bazarê yekser diqede û li dikanan namîne.
Tevî ku xelk ji vê rewşê gazinan dike jî ew ji eleqeya mezin a ji bo tîmê û firotina zêde gelekî kêfxweş
Welatî Hesen Baran qala zehmetiya peydakirina formayan kir û got, “Ez ji Derê Çiyê hatim, li wir tunebû. Em çûn Ceylanlarê, li wir jî tunebû. Va ye em hatin vê derê.”
Welatî Ozkan Damar jî got, “Va ye 10 roj in ez li benda formayê me.”
Jina bi navê Gulê jî got, “Ev sê car in ez têm lê ez tiştekî li gorî xwe nabînim.”
Welatî Bawer Ozer jî bi gotina, “Ne li gorî min maye ne jî li gorî zarokan maye” rewşa dikanan anî zimên.
Li şûna şîrînahiyê forman dibin
Gelek kes formayên Amedsporê ne tenê ji xwe re, ji bo malbat, derdor û hevalên xwe jî wekî diyarî dikirin.
Ji ber vê yekê Amedspor nikare bersiva van daxwazên zêde bide.
Welatî Vural Tantekîn bal kişand ser vê yekê û got, “Tê lê gelê me nahêle. Her kes du sê heban dikire û dibe.”
Welatiyê bi navê Mehmet Aktaş jî da zanîn ku ew li Swîsreyê dijî û got:
“Hevalên min li min digerin û dibêjin 'Tu li kû derê yî?'. Ez dibêjim ez li Amedê me. Dibêjin 'Dema ku tu hatî ji kerema xwe ji min re formayekê bîne.'”
Brahîm Oguzsoy jî da zanîn ku êdî kultura diyariyê jî guheriye û got:
“Berê dema ku em diçûn mêvandariyekê me şîrînahî dibir lê em niha forman dibin. Wekî mînak ez dê niha biçim Geverê, ez ji bo ku ew kêfxweş bibin formayên Amedsporê ji wan re dibim.”
"Îro tu 5 hezarî jî bînî dê dîsa biqedin"
Mustafa Taşîn jî diyar kir ku wî ji bo hevalên xwe formayên Amedsporê kirîne û got:
“Belkî min 15 heb şandine Swêdê. Min şandine derên din jî min heta Bursayê şandiye. Heval dixwazin, ez tim ji wan re dişînim.”
Bîlal Şenol jî destnîşan kir ku eleqeyeke wî ya taybet ji bo tîmê heye û got, “Tenê min bi xwe, hemû rengên formayan stendine.”
Welat Kizilkaya bal kişand ser daxwaza zêde û got, “Îro tu 5 hezar hebî jî bînî ew dê dîsa biqedin.”
Hejmara alîgiran gihişt 4 milyonî
Navenda Lêkolînên Kurdî meha borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav Kurdan de rapirsiyek kiribû.
Li gorî encamên rapirsiyê, di nava salekê de hejmara Kurdên ku piştgiriya Amedsporê dikin ji milyonekê derketiye 4 milyonî.
Her wiha hat destnîşankirin ku zarok ne di nav vê hejmarê de ne.



