Hewlêr (Rûdaw) – Amedsporê li mala xwe 1-0 zora Ankaragucuyê bir.
Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor û Ankaragucu di çarçoveya maça Lîga Yekemîn a Trendyolê de li Amedê hatin pêşberî hev.
Amedspor li pêşberî 19 hezar alîgirên xwe lîst û bi gola di xulekan 90+6an 3 puan standin.
Amedspor ku armanca wê serkeftin bû, di nîvê yekem ê maçê de ji ber zehmetiya şert û mercên qada lîstikê û xeletiyên di derbaskirina topê de performansa ku dixwest nîşan neda.
Her du tîman jî derfetên ku bi dest xistin xerc kirin û nîvê yekem bê gol bi dawî bû.
Amedspora ku bi xurtî dest bi nîvê duyem kir zexta xwe ya ji bo golê zêde kir lê encam nesitand.
Adama Traore xuleka 73yan de karta zer dît û lêdaneke serbest a Ankaragucuê ji dîrek vegeriya.
Di xulekên mayî de du tîman jî derfetên girîng peyda kirin lê bê encam man.
Çekdar Orhan xuleka 85an de derfeteke baş peyda kir lê ew jî li ber avê çû.
Nêzîkî 19 hezar temaşevanên Amedê yên ku stadyum dagirtibû seranserê maçê piştgiriyeke xurt da tîma xwe.
Amedspora ku li pey golê digeriya xuleka 90+6an bi gola Adama Traore gihişt miradê xwe û 1-0 ket pêş.
Maç bi vê encamê xelas bû û Amedsporê puanên xwe kirin 29 û derket rêza 5an.
Amedspora ku bi awayekî baş dest bi lîgê nekiribû bi taybetî piştî ku Servet Çetîn bû rahênerê wê xwe şidandiye û hêdî hêdî çavê xwe li rêzên jor sohr dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse