Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor roja yekşemê li mala xwe yek ji 4 tîmên herî mezin ên Tirkiyeyê Beşîktaşê dike mêvan.
Vê maça dîrokî liv û tevger û kelecaneke mezin xistiye nava Amedê.
Sûk, kolan, cihên dîrokî û otelên bajêr bi geştyar û hezkiriyên futbolê tijî bûne.
Serokê Nûnertiya Herêmî ya Yekîtiya Acenteyên Geştyariyê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Serdar Baturay got:
“Maça vê dawiyê ya Amedsporê bi rastî liv û tevgereke zêde ya geştyariyê çêkiriye.
Acenteyên me yên geştyariyê ji Wan û Tetwanê pêwendiyê datînin û dixwazin ji bo maça futbolê geştan saz bikin.
Lê ji ber ku cihê stadyuma me kêm e û li Amedê jî xwestek zêde ye, peydakirina bilêtan gelekî zehmet e.
Bawer bikin eger niha bilêt hebin dê her hefte ji bajarên derdorê acenteyên me gerên 5 heta 10 hezar kesî ji bo bajêr pêk bînin.”
Zêdetirî 30 hezar bilêtên maçê di nava çend xulekan de qediyan.
Alîgirên ku bêbilêt mane ji niha ve li çayxaneyan ji bo temaşekirinê cihê xwe veqetandiye.
Alîgir berê xwe didin çayxaneyan
Xwediyê çayxaneyekê yê li Amedê Fahrî Ateş wiha axivî:
“Dema dawiya hefteyê maça Amedsporê hebe ev der tijî mirov dibe.
Ev jî di warê aborî de ji bo me gelekî baş e.
Ji ber ku li stadyumê cih namîne alîgir tên cem me.
Em alîgirên tîma beramber jî li vê derê dikin mêvan.
Wekî mînak vê hefteyê maça Beşîktaşê heye, xelk ji niha ve dibêje ji bo me cihan veqetînin.”
Kelecana futbolê herî zêde bandorê li esnaf û dikandarên bajêr dike.
Kesên ku ji bo temaşekirina maçê tên, bêyî tamkirina cîgerê Amedê venagerin.
Sûda aborî ya ji bo esnafan
Xwediyê xwaringehekê Haci Alî Bekmez diyar kir:
“Amedspor ji bo Amedê gelekî baş bû û hewaya bajêr guherî.
Dahata esnafên Amedê gelekî zêde bû û sûdeke zêde da me.
Berê min rojê 5 kîlo difirotin lê niha 50 kîlo difiroşim.”
Amedsporê di vê demsalê de li mala xwe qet têk neçûye.
Tîma Amedê ji sê maçên li mala xwe her sê maç jî birine û bi 10 puanan piştî Beşîktaşê di rêza sêyem a lîgê de ye.
Tîma Kesk û Sor dixwaze roja yekşemê bi piştgiriya bi milyonan alîgirên xwe bi ser bikeve û xwe nêzîkî lûtkeya lîgê bike.



