Hewlêr (Rûdaw) - Cîhad Akîpa rikeberê xwe yê Çek Matous Kohout têk bir.
Werzişkarê Kurd ê MMAyê Cîhad Akîpayê 28 salî, şeva borî li hemberî rikeberê xwe yê Çek Matous Kohout lîstikeke bihêz kir û ew têk bir.
Matous Kohout Şampiyonê MMAyê yê Ewropayê bû.
Cîhad Akîpayê ku ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, li Almanyayê ji dayîk bûye.
Ew di hemû lîstikên xwe de bi Alaya Kurdistanê derdikeve û gerdeneke wî ya nexşeya Kurdistanê jî her tim di stûyê wî de ye.
Werzişkarê Kurd niha di pileya profesyonel a MMAyê de dilîze û di giraniya 70 kîloyî de derdikeve ser dikê.
Cîhad Akîpa di lîstikên MMAyê de 49 caran bi ser ketiye.
Ew dixwaze bibe yek ji werzişkarên herî navdar ên MMAyê yê Ewropayê ku niha ji bo Almanyayê dilîze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse