Sindoqa zekat û serfitreyê ji bo kêmkirina hejariyê

Duh li 02:40
RÛDAW
Nîşan Îslam Ol Hejarî Zekat Serfitre
A+ A-

Ebdulla Şêrkaweyî

 

Îslam wekî ol hejardost e lê hejarî ne xwestek e! Eger em li Quranê binêrin û li gorî lêkolîna zanistî zêdetirî 350 carî peyva kar - kiryar (el-emel) û jêwergirtinên wê di Quranê de hatine, ku ev girîngîdana herî mezin a Îslamê bi kar, karkirin û dûrketina ji betalî û bêkariyê nîşan dide, da ku takekes çi û çawa ji destê wî tê kar bike û kiryar û berhemên wî hebin, ev jî îşareteke ku li gorî Îslamê divê mirov hewl bide, têbikoşe û kar bike.

Lê kesê ku ji ber her hincet û sedemekê nikaribe kar bike û debara jiyana xwe jî li gorî pêwîst misoger nake, wê demê erkê alîkariya wî dikeve ser kesên dewlemend û yên ku Xwedê rizq daye wan. Li vir nirxê mirovahiyê, hawarhatin û giyanê hevkariyê dertê pêş, da ku hesta hevxemî û hilgirtina barê giran ê hev wekî beşeke girîng a oldariyê were dîtin, ji ber ku Îslam gelekî karê xêr û xêrxwaziyê han dide, zekat jî rêya sereke ya vê hevkariyê ye.

Zekat stûnek ji stûnên Îslamê ye, li gorî ayet û hedîsan di sala duyem a koçê de li ser misilmanan hatiye ferzkirin û 82 caran di Qurana pîroz de hatiye.

Zekat ew tibaba diyarkirî ye ji pere, zêr û zîv, ajal, fêkî û dexlûdan û malê bazirganiyê û hwd... bi du mercên sereke: divê bigihîje tibaba zekatê û zivirîna saleke temam li ser vê tibabê ku divê bi hejaran were dayîn.

Her wiha mercê zekata ferz ew e ku divê kesê zekatê dide misilman be, azad be û mal jî ji wan tiştan be ku zekat lê dikeve û bigihe tibaba diyarkirî ya zekatê.

Di nêrîna Îslamê de, zekat beşeke girîng û cihê bayexdanê ye û di oxira gelek armanc, hikmet û hêlên cuda cuda yên vejandina aborî, wekheviya civakî, afirandina giyanê hevkariyê, pêşxistina danûstandin û bazirganiyê, paqij ragirina saman û hestkirina bi berpirsyariya dinya û qiyametê li ser misilmanan hatiye ferzkirin.

Mixabin dibe ku di vê serdemê de kêmtir armancên bilind ên şerîetê di bicihanîna zekatê de werin cî, ji ber ku pereyekî gelek ê zekat û serfitreyê heye, lê bi awayekî hêja nayê lêkdan û komkirin, da ku karibe zêdetirîn sûd bide.

Li gorî texmînan, îsal zêdetirî 15 milyar dînar zekata serfitre û fidye li Kurdistanê heye, ji ber ku li gorî amara serjimariyê, niştecihên Herêma Kurdistanê nêzîkî şeş milyon û 500 hezar kes in, ji vê rêjeyê (%95) misilman in, em aliyê kêm werbigirin çar milyon û 500 hezar kes serfitreyê didin û beşek ji vê rêjeyê fidyeyê jî didin.

Îsal li gorî fetwaya Encûmena Bilind a Fetwayê ji bo her kesekî (sê hezar dînar) hatiye diyarkirin, ango tu çar milyon û 500 hezarî li 3000 dînarî bidî, dibe zêdetirî 13 milyar dînarî, ev ji bilî ku bi sedan milyar dînar pereyên zekatê hene, lê li hember vê tibaba qerase ya pereyan, kêmtir hest bi guherîna rewşa hejaran tê kirin, ev jî li gorî min vedigere van her du xalan:

Yekem: Nebûna hişyariya pêwîst derbarê zekatê di çarçoveya şerîeta Îslamê û armancên girîng ên zekatdayînê di vejandina aborî, geşbûna civakî û başkirina dahata xelkê, hin kes hene ku dibe ku milyonekî wek zekat bide 30 kesan ku kesek ji wan sûdê ji vê tibaba kêm a pereyan nabîne ji bo derbaskirina qeyranê yan rewşa hejariya xwe.

Duyem: Nebûna sindoqa zekatê û komîteyeke nimûneyî ji bo serperiştî û komkirina dahata zekatê û belavkirina wê li ser hejaran bi sîstem û awayekî rêkûpêk û li ser asta xwestek û armancên bilind ên şerîeta pîroz a Îslamê, da ku qet nebe her sal 30 heta 35 hezar malên kêmdahat ji nebûnî û hejariyê rizgar bibin.

Nebûna vê sindoqê valahiyeke mezin e û pêwîst e li Kurdistanê gav ji bo wê were avêtin, da ku tibab û mezinahiya zekatê were komkirin û bi rêkûpêkî bi hejaran were dayîn.

Helbet zekat ji bo wê yekê ye ku kesekî hejar ji hejariyê were rizgarkirin, ev armanca şerîetê ye da ku sal bi sal û bi qonaxbendî hejarî kêm bibe, wekî ku pêxember (s.x.l) îşaret pê kiriye û dibêje: Zekat ji dewlemendan tê wergirtin û bi hejaran tê dayîn.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Liu Jun / Wêne: Rûdaw

Parvekirina derfetên pêşveçûnê û pêşwazîkirina Remezana pîroz

Em pêbendiya pêşveçûna aştiyane û parvekirina derfetan û pêşveçûna hevpar bi hemû welatan re didomînin