Şerê Amerîka û Îranê, sê çîrokên cuda yên enflasyonê bi xwe re anîn. Li Amerîkayê, şerekî ku bandora wî tenê bi rêya bihayê petrol û sotemeniyê derket holê, meha gulanê enflasyon ji sedî 2,4an derxist ji sedî 4,2yan.
Li Îranê ku navenda şer e, enflasyonê ji sedî 87,9 derbas kiriye. Her wiha qîmetê tumen di nava du salan de şeş qatan daketiye.
Li Tirkiyeya cîrana Îranê ku tenê bi encamên enerjî û pereyan bandordar bûye, enflasyon di asta ji sedî 31 û 32yan de (amarên fermî yên hikûmetê) cihgîr bûye.
Ev her sê cureyên enflasyonê nîşan didin ku bandora şer li gorî cureyê aboriya welatan diguhere.
Heman şer û du kanalên cuda yên veguhastinê
Ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bandora şer tenê bi rêya kanala enerjiyê gihîşt malan. Girtina Tengava Hurmizê, bihayê galonek (3,8 lître) benzînê derxist ser 4 dolaran.
Her çend ev lêçûneke rasteqîn be jî aboriya Amerîkayê ya 27 trilyon dolarî, bi saya yedega stratejîk a petrolê û şiyana parzûnkirinê, karîbû li ber xwe bide. Şer zext li aboriya Amerîkayê kir lê ew asteng û seqet nekir.
Ji bo Îranê, şer ew mekanîzma kir armanc ku qîmetê dide pereyê nîştimanî (tumen). Zêdetirî ji sedî 90ê bazirganiya Îranê û hemû dahata petrola wî welatî di Tengava Hurmizê re derbas dibe.
Cezayên Washingtonê hinartina petrola Îranê daxistiye nêzîkî sifirê. Her çend hinek ji berpirsên Îranê hîn jî dibêjin ku ew firotina petrolê berdewam dikin jî amar tiştekî din nîşan didin.
Ji ber nemana pereyên biyanî, qîmetê tumen li hemberî dolar daketiye. Berê dolarek bi 153 hezar tumenî bû lê niha dolarek zêdetirî 200 hezar tumenan e. Banka Navendî ya Îranê pereyekî kaxezî yê milyonek tumenî çap kiriye ku niha qîmetê wî tenê 5 dolar in.
Li gorî amaran enflasyon
Amerîka: Rêjeya enflasyonê ji sedî 3,4 e. Sedema sereke: Bilindbûna bihayê enerjiyê.
Îran: Rêjeya enflasyonê ji sedî 87,9 e. Sedema sereke: Daketina qîmetê pereyan û dorpêça aborî.
Tirkiye: Rêjeya enflasyonê ji sedî 31,75 e. Sedema sereke: Pirsgirêkên demdirêj û bihayê enerjiyê.
Bipêşketina aborî: Amerîka (ji sedî +1,8), Îran (di navbera ji sedî -5,4 û -6,1ê de), Tirkiye (ji sedî +3).
Gelo enflasyona Îran û Tirkiyeyê tên berawirdkirin?
Hinek pisporên Îranî hewl didin enflasyona Îran û Tirkiyeyê bi hev re binirxînin. Ew dibêjin tevî şer jî enflasyona bilind a li Îranê asayî ye û dişibe ya Tirkiyeyê. Lê belê amar vê yekê red dikin. Enflasyona Îranê (ji sedî 87,9) nêzîkî sê qatî ya Tirkiyeyê (ji sedî 31,75) ye.
Lê xaleke balkêş heye. Tevî têkçûna hinartina petrolê û cezayên herî giran ên dîrokê yên li ser Îranê, hîn jî Îran neketiye nava enflasyoneke wêranker (Hîperenflasyon) ku tê de enflasyona mehane digihîje ji sedî 50yî.
Enflasyona mehane ya Îranê hîn jî di xaneya yekjimarî de ye (asta herî bilind ji sedî 5,9 bû). Ev nîşan dide ku Îranê hîn jî kontrola pereyê xwe ji dest nedaye lê di rewşeke gelekî hestiyar de ye.
Eger ceza tundtir bibin?
Ew cezayên ku Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent 24ê vê mehê ragihandibûn, tenê petrolê nakin armanc. Ew ceza wan aliyan jî li xwe digirin ku alîkariya Îranê dikin û pêwendiya wan a bazirganî ya veşartî û eşkere bi Îranê re heye. Wekî mînak, kiryarên Çînî û ofîsên guherîna pereyan di vê çarçoveyê de ne.
Çîn bi tenê ji sedî 90ê petrola Îranê dikire. Eger ceza wisa bikin ku ew paşve bikişin, dê çavkaniya dawî ya dahata dolar û pereyên biyanî ji bo Îranê hişk bibe.
Ev jî tumen ber bi qonaxekê ve dibe ku dibe qîmetê dolarekî bilind bibe û bigihîje 250 hezar heta 300 hezar tumenî. Bi îhtimaleke mezin dê enflasyona salane jî ji sedî 100î derbas bike.
Hikûmeta Îranê niha difikire ku ji bo dagirtina kêmasiya budceyê sotemeniyê sê qatan zêde bike. Lê belê ji tirsa ducarebûna xwenîşandanên 2019an, heta niha du caran biryara xwe bi paş xistiye.
Şerek û sê aboriyên cuda
Zilhêzeke wekî Amerîkayê tenê wekî baceke li ser benzînê hest bi şer kir. Aboriyeke dorpêçkirî wekî Îranê ev yek wekî têkçûna pereyan dît. Her wiha welatê cîran Tirkiyeyê jî beriya şer pirsgirêka wê ya enflasyonê jixwe hebû.
Her çend ziyana mezin gihîştibe Îranê jî heta niha bi temamî têk neçûye. Cezayên vê hefteyê yên Amerîkayê tam ji bo ceribandina vê berxwedana Îranê hatine dariştin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
.webp&w=3840&q=75)


