Îro rojbûna nivîskar, zimanzan, rojnameger û wergêrê Kurd ê navdar rehmetiyê Çerkezê Reş e.
Nivîskarê navdar ê ku ji bilî Kurdiya bilind û birêkûpêk, Ermeniya wî jî di asteke pir bilind de bû. Li gorî pispor û saloxdaran, Ermeniya wî ji ya nivîskarên payeberz ên Ermeniyan jî bilindtir bû.
Ev dîmen 2 sal berê wekî îro di salvegera rojbûna wî de hatine girtin. Wê rojê em tevî komekê, li gundê wî yê li dorhêla Rewanê çûbûn serdana wî.
Ez tevî hevalê xwe yê hêja Doktor Barî Mehmûdî ku tevî Kazimê kurê xwe ji Berlînê hatibû, li gundê Zvartnotsê çûm serdana malbata Mamoste Çerkez. Casimê birayê rehmetî û her sê xwişkên wî Senem, Sînem û Sultanê bi germî em pêşwazî kirin.
Senem û Sultanê ji Rûsyayê ji du bajarên cuda qesta birayê xwe kiribûn ku 18 sal beriya niha (2008) di 53 saliya xwe de, di wextekî pir zû de xatir ji me xwestibû.

Beriya wefata xwe bi demeke kurt, ji serdana Başûrê Kurdistanê vegeriyabû nav malbata xwe. Li gorî Tadaşê birayê wî, ew di wan rojan de ji kêfa dîtina welêt difiriya.
Me ji gund bi rêberiya Apê Casim berê xwe da gundê Kurekendê ku niha jê re Fêrîk dibêjin. Gora rehmetiyê Çerkezê Reş li wî gundî ye. Me di rê de Kekê Sînot Mamoyan hilda ku hevalekî gelekî nêzîk ê rehmetî bû.

Li ser gora wî
Piştî demekê em gihîştin goristana malbatê. Rehmetî li kêleka dayîka xwe Qaza Qasoyê, bavê xwe Tadaşê Qero û birayê xwe Elîxanê Tadaşê birayê xwe yê ku sala 1982yan di 24 saliya xwe de bi dilşewatiyeke mezin xatir ji vê “dinyaya derewîn” xwestibû. Me wê rojê kulîlkên bi rengên helbestên wî danîn ser gora wî.
De êdî xwişk in, kezeba birê ne; li ser gorê, bi girî û keserên kûr, kezeba me dax kir! Dilê me bi xemgîniyê tijî bû. Her yekî ji me ji aliyê xwe ve hesret û bêrîkirina dilê xwe jê re got, wî jî guhdariya me kir. Ez bawer im dengê me gihîştê, çimkî min wisa hîs kir.
Piştî saetekê di kelegerma Tebaxê de, em çûn serdana du kesayetên din ên Kurd Emerîkê Serdar û Memoyê Xalit jî ku ew her du jî li heman cihî cîranên wî ne.
Piştî saetekê em dîsa li mala bavê rehmetiyê Çerkezê Reş bûn û me heta derengiya şevê behsa wî û jiyana wî ya kurt kir ku cîhanek tê de veşartî bû.
Rojbûna te pîroz be Çerkezê Reş, hezar rehmet li gora te bin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)


.webp&w=3840&q=75)
