Xwînerê hêja,
Du nivîsên min ên herî dawî derheqa dêbûn û jinbûnê de bûn. Lewma ez dixwazim vê hefteyê em berê xwe hinekî bidin mêrbûnê û hevzayendbûnê. Çavkaniya me dîsa berhemeke wêjeya nivîskarekî reşik î Afro-Amerîkan e. Min vê hefteyê berhema James Baldwin “Giovanni’s Room” an jî bi Kurmancî “Odeya Giovanni” xwend.
Ev berhem cara pêşî sala 1957an çap bû û 159 rûpel e.
James Baldwin sala 1953yan romana xwe ya yekem “Go Tell It on the Mountain” çap kiribû û lehengên romanê bi gelemperî mirovên reşik bûn. Derdorên polîtîk ên civaka Afro-Amerîkan ji wî hêvî dikir ku ew her tim li ser mijarên civaka wan bi xwe binivîse, di çarçoveya heyî ya dewra xwe de bimîne. Lê James Baldwin çavê xwe kutabû tevahiya çîrokê, ne bi tenê parçeyekî ewle! Wî dixwest tevlihevbûna mijarên nasnameya nijadî, neteweyî, zayendî û çînî vebêje. James Baldwîn wêrek bû. Dibe ku ji xwe çareyeke wî ye din jî tunebû; lewma wî çanteyê xwe hilda û berê xwe da Parîsê. Caryl Philips di pêşgotina pirtûkê ya edîtsiyona Penguinê de dibêje, gava James Baldwin xwe gihand Parîsê, di bêrîka wî de çil dolar hebû. Wî ev berhema li Parîsê nivisî. Qey lewma di tevahiya romanê de tenêtiyeke melankolîk û feqîrî heye. Mirov komî hevdû dibin lê bi tenê ne. Her lehengek ketiye lêgerîneke bêdawî. Kesek derdê kesî fehm nake yan jî taqeta wan tune ku guhên xwe bidin hevdû. Berevajî bendewariya weşanger û hevalên wî, James Baldwin tevahiya lehengên xwe ji mirovên çêrmspî hilbijartin û çîroka evîna David û Giovanni nivisî.
Lehengê sereke David dev ji Amerîkayê, mala xwe berdide û berê xwe dide Parîsê. Ew ji xwe direve, çunkî dilê wî ketiye mêrekî. Ew ji bavê xwe direve ji ber ku dizane ku ew dê nikaribe bibe “kurê bavê xwe” yan jî bendewariyên bavsalar bi cih bîne. David nikare qebûl bike ku ew hevzayend e. Ew hêvî dike ku li welatekî nû dest bi jiyaneke tipîteze bike û “jiyaneke normal” bijî.
Lê çi ye “jiyana normal”?
Yan jî kî biryarê dide ku çi norm e û çi li derveyî norman e?
David bendewarî û daxwazên civaka bavsalar yên ji mêrekî baş dizane: Divê ew bi jinekê re bizewice, bibe xwedî zarok û mal.
Dibe ku ev daxwaza David nîn be lê ew newêre yan jî naxwaze li hemberî vê yekê bisekine û dev ji îmtiyazên mêrbûna heteroseksuel berde.
Dema ew Hellayê nas dike, dilê wî yekser dikeve wê. Hella jineke modern, spî û xwende ye. Yanê David dibîne ku ew dê karibe bi saya vê pêwendiyê cihê xwe di civaka bavsalar de saxlem bike.
Dibe ku ji ber vê sedemê ew bi kelecan li dora Hellayê diçe û tê. Gava ew dixwaze ku bi Hellayê re bizewice, Hella berê xwe dide Spanyayê da ku dengê dilê xwe bibihîze û karibe bersivê bide David.
Di wê navberê de tenêtî berê David dide bar û restoranên Parîsê. Ew li wê derê Giovanni nas dike.
“Normalbûna” David an jî hemû ew tiştên David dixwaze bi dest bixe, li ser pişta “nenormalbûna” Giovanni tên avakirin. Giovanni feqîr û hevzayend e. Belê ew jî çêrmspî ye lê ji aliyê Fransizan an jî “biyaniyên qenc” yanê Amerikîyan ve nayê qebûlkirin. Ew lawikekî gay î Îtalyan e.
Em çîrokê ji devê David guhdarî dikin lewma jî hemû tiştên em derheqa Giovanni de dizanin, fikr û hestên David bi xwe ne. Li gor David, Giovanni bi dengekî bilind dipeyive, cil û bergên rengîn li xwe dike, hevzayendbûna xwe venaşêre.
Dema David behsa Giovanni dike, hestên arezû û piçûkdîtinê tevli hevdû dibin. Heya dibe ku mirov bibêje David di Giovanni de hevzayendbûna xwe careke din dibîne, ji vê yekê hez nake lê nikare dev ji wê berde.
David û Giovanni hevdû nas dikin.
David ji Amerikayê hatiye û ji malbatake çîna navîn e. Dibe ku ev yek geşbîniyekê dide wî û ew her çi qasî carna xwe biavêje li nav arezûyên homoseksuel jî xeyala wî jiyaneke konvensiyonel e. Ew hewl dide ku hevzayendbûna xwe veşêre, bi jinekê re bizewice û xwe wekî “mêrekî normal” bide qebûlkirin.
Giovanni lawê malbateke xizan e. Ew li Parîsê debara xwe bi karên rojane dike. Derfeta geşbînbûnê ji bona wî tengtir e. Qey ji ber vê sedemê, Giovanni di evîniyê de wêrektir û zelaltir e. Ew baş dizane ku Davîd xwe di ser wî re dibîne, dibe ku dilê wî bi vê yekê bişikê lê ew dîsa jî dil û odeya xwe ji bona David ve dike.
David hewl dide ku hest û arezûyên xwe kontrol bike.
Giovanni stûyê li hemberî rewşa heyî xar dike.
Wekî tê zanîn, di zimanê Îngilîzî de ji bona mirovê gay î gaybûna xwe bi dizînga dijî dibêjin “in the closet”, yan jî bi Kurmancî “di dolaba kincan de.”
David gaybûna xwe vedişêre lê dema Hella diçe Spanyayê û pereyê David namîne ku li hotelê bimîne, ew berê xwe dide odeya Giovanni. Yan jî ew sedemeke rasyonel ji bo arezûya xwe ya veşartî dibîne.
Odeya Giovanni ji bo David dibe ew cihê ku David “ji rê derdikeve”, ew kontrola xwe winda dike û rastiya xwe dijî.
Odeya Giovanni azadiyeke derbasdar dide evîna David û Giovanni. Ew li derveyî civaka bavsalar, li wê derê dilê xwe bi hevdû şa dikin.
Lê di heman demê de Odeya Giovanni dibe cih û warê bêçaretî, feqîrî û vederbûnê.
Giovanni dizane ku heke David ev qasî bi tenê û feqîr nebe, ew dê nebe evîndarê wî.
Yanê ew ji xwînsarî û tundîya civakê direvin, xwe diavêjin warê evîniyê lê ew der jî ji nirx û bendewariyên civakê azad nîne.
Civak ji David re dibêje “Mêr be”, “Normal be”, “Bi jinekê re bizewice”, “Hevaltiya mirovên ji çîna xwe bike.”
Odeya Giovanni mîna neynîkeke rastî û arezûyên David dide rûyê wî.
Belê Odeya Giovanni azadiyê dide David lê di heman demê de ew dibe zindan ji bo David.
Giovanni dizane ku destgirtiya David, Hella li Spanyayê ye. Ew vê rastiyê jî dîsa bi neçarbûneke melankolîk qebûl dike. Lê di kûrahiya dilê xwe de dixwaze bawer bike ku David ji ber pêwistiyên civakî bi Hellayê re ye. Giovanni newêre bi zelalî bipirse lê dil û mêjiyê wî her bi vê pirsê dikele; gelo David ji min hez dike yan na?
Dema Hella vedigere Parîsê û teklîfa zewacê qebûl dike. Kumreşiya Giovanni êdî ji kontrola wî derdikeve.
Giovanni her ku diçe bêtir bi naz û tinaz gotinê tîne ser pêwendiya xwe û David. Ew dixwaze ku zanibe gelo ti qedir û qîmetê wî li ber çavên David heye yan na.
Lê belê, David ne bi tenê ji arezûya xwe ya hevzayend şerm dike, ew her wiha evînî û arezûya mêrekî ya ji bo wî li hemberî mêrbûna xwe wek tehdîdekê dibîne. Yanê evînî û arezûya Giovanni wî aciz dike.
Giovanni ji ber kumreşî û tenêtiyê xwe diavêje bextê David, lê ev yek dike ku David bêtir ji Giovanni bireve.
David xwe digel Hellayê wekî “mêrê normal” dibîne lê dema ew tê digel Giovanni êdî nizane gelo ew di kîjan kategoriya mêrbûnê de ye.
Hêjayî gotinê ye ku James Baldwin yekane lehenga jin, Hella wekî kesayeteke resen, tevlihev û kûr nivîsandiye. Yanê Hella bes ji bona David li wê derê be jî kesayeta wê ji vê yekê tevlihevtir e. Ji bo David normalîte, spîbûn, heteroseksuelbûn û bavsalarbûn e. Ew dibîne ku Hella dikare bibe lîstikvana vê “jiyana normal”, heya dibe ku Hella jî di destpêkê de vê yekê dixwaze. Lê belê Hella di heman demê de bi fehmeke melankolîk dibîne ku ev yek nê pêkan e.
Min heya vê beşê hewl da ku bêyî ku çîrokê zêde vebêjim, hinekî analîza naverokê bikim lê di nav xwîner û nivîskaran de dibe ku ji naveroka bêtir mijara rengê çêrm û nijad bûye mijara nîqaşê.
Lê gelo nivîskarekî reşik î hevzayend çima bi lehengên spî dinivîse?
Nivîskarên reşik ên wek Eldridge Cleaver û Amiri Baraka ew renxe kirin û gotin ku James Baldwin dixwaze ji kêşe û pirsên miletê xwe dûr bisekine û mirovên spî binivîse. Bi taybetî Eldrige Cleaver rexneyên hinekî dijwartir dike û dibêje hevzayendbûna James Baldwin ew ji kêşeyên miletê reşik dûr xist.
Paşê di sala 1984an de dema Jordan Elgrably ji bo Paris Reviewê bi James Baldwin re hevpeyvînê dike, Elgrably rasterast dipirse; cara pêşî kengî hate bîra te ku tu ji bo Odeya Giovanni cih nedî ti lehengê reş?
James Baldwin dibersivîne,
“Ez bawer dikim bersiva durist a vê pirsê ev e: Odeya Giovanni ji mijareke derket ku ez neçar bûm bi vê mijarê rû bi rû bibim. Nizanim gelo cara pêşî çawa ev yek derket, lê texmîn dikim malzemeyê vê pirtûkê ji Another Countryê derket û hat. Giovanni li partiyekê bû û hindik mabû ku bê bidarvekirin. Ronahiya pirtûkê hemû çû li ser Giovanni û pirtûk sekinî, ti kesî pirtûkê bi min re nedipeyivî. Min got ez dê Giovanni bixim kurteçîrokekê û wî di wir de bigirim lê ew paşê bû ev roman. Di wê xalê de, yanê di wê çaxa jiyana min de min nikaribû bikevim bin barê ‘Kêşeya Negrobûnê’. Mijara zayendî-sincî ji xwe barekî giran bû li ser milên min. Min nikaribû ez her du mijaran di heman berhemê de binivîsim. Ji bo vê yekê cih tunebû. Heke îro bibûya, dibe ku min çareyeke din bidîta, lê wê demê, li Parîsê taqeta min ranedikir ku ez lehengekî reşik jî tevli vê berhemê bikim.” (Baldwin, James. The Art of Fiction No. 78. The Paris Review, 1984, wergera min bi xwe)
James Baldwin behsa rewşa wê demê dike û dibêje taqeta min têra vê qasê dikir.
Bi min wisa tê ku kêm kes dikarin bi qasî xwînerekî Kurd vê mijara taqetê fehm bike.
Dema di derheqa bûyerên herî dawî yên welêt de difikirim, ev mijarên ez li vê derê behs dikim wek gotinên pûç û vala xuya dikin. Lê belê di heman demê de nikarim xwe bigirim û xeyal dikim: Gelo mirov çawa dikare van mijarên bingehîn ên mirovbûnê di çîrokeke Kurdî de vebêje? Gelo taqeta kê têr dike ku kirasekî yekpare yî wisa bidirû ku vî kirasî li mirovbûn û Kurbûna me bike?
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



