Umer Ehmed*
Wek tîma Tora Medyayî ya Rûdawê, me ji bo dema hefteyekê serdana Pêşangeha Expo 2020 a Dubey kir. Ji bo ku em beşekê ji çalakiyên vê pêşangeha mezin rûmal bikin ku dema 7 salan e kar jê re tê kirin.
Biryar bû ev pêşangeh sala 2020 were vekirin, lê wek boneyên din, belavbûna vîrûsa koronayê vekirina pêşangehê salekê li paş xist û destpêka meha 10 a îsal (2021) hat vekirin û dê heya dawiya meha Adara sala bê (2022) berdewam be.
Sala 2013 navê Îmaratê wek serkeftiya cihê birêveçûna Pêşangeha Expo 2020 derket. Berpirsên Îmaratê ev wek derfet dîtin ku baştirîn pêşangeha Expo vekin. Şiyanên xwe di bi hev gihandina şêniyên cîhanê û deverên cuda de, nîşan bidin.
Her çawa niha Dubey, cihê sazkirina pêşangeha Expo kariye bibe navendeke mezin a cîhanê û bûye şadamara hevgihandina navçeyên cuda yên cîhanê. Ji Asya û Ewropa bigire heya Rojhilata Navîn, navçeya Pasefîk û Ewropa.
Tişta ku me têbînî kir, rêkxistina herebaş a pêşangehê bû ku kevir kevir wek ku nexşe jê re hatibû dariştin, hatibû bicihanîn. Hemî beş û plan rojane bi dirustî dihatin bicihanîn. Her tiştekî di cihê xwe de bi bedewî kar dikir. Her kesekî li wir erkek cîbicî dikir.
Armancên Expo 2020
Pêşangeha Expo 2020, armanceke wê ya sereke û 3 armancên wê yên nesereke hebûn. Armanca sereke ya pêşangehê ev bû: “Girêdana mejiyan ji bo avakirina siberojê.” Vê armanc û dirûşmê di hemî beşên pêşangehê de reng vedabû. Şêniyên cîhanê ji hemî deveran serdana pêşangehê kiribûn. Welatên beşdar jî ji hemî deverên dinyayê hatibûn.
Di pêşangeha Expo 2020 a Dubey de, hemî destkeftên mirov bi başî reng vedabûn. Wek warên teknolojî, liva jiyanê, jîngehparêzî, avahîsaziya bajarsazî, çand û huner. Welatên beşdar destkeftên xwe yên herî dawî û bedew nîşan dabûn, xasma di aliyên xwe yên dîrokî, teknolojî û çandî de.
Her ji serdema Plato ve, qet nebe mirov di aliyê teorîk de hewl da cîhana utopya bisêwirîne û bê kêmasî bike ku baştirîn xizmetan dide şêniyên xwe. Pêşangeha Expo 2020 hewl da cîhana utopya û xeyalî ya însan bisêwirîne û bibe mînakeke pratîk ku pêkan e ew cîhana xeyalî bibe rastî. Bi rêya bikaranîna nûtirîn û pêşketîtirîn teknolojî, gihandina peyama guherînê bi hêla erênî de, amadekirina karînên takekesî yên merivan, dariştina pêwendiyê navbera qad û meriv li milekî û li milê din jî têkiliya takekes û civaka vê serdemê.
Ji xeynî armanca sereke, 3 armancên din ên pêşangeha Expo 2020 hene: Derfet, aramî û liv. Armanc û dirûşma derfetê, hewl dide takekesan li guherînê sor bike û şiyanên takekesan bi awayekî werin gurkirin ku bibe sîsika guherîna mezin di civakê de.
Di armanca aramiyê de, têkiliya însan û erdê dîsa tê pênasîn û zelalkirin ku çawa mirov dikare bêyî ku erdê bizêrîne, enerjiya lazim bo berdewamiya jiyanê dîsa ji erdê bi xwe werbigire. Di beşa livê de jî, perde ji ser têkiliya takekes û civakê tê rakirin û liv û çûnûhatin di nav takekesên civakê de û di nav civakan de bi hev re, bi şiklelî nû tên pênasîn.
Beşên sereke
Meydana el Wesl, wek dil û tancegula pêşangeha Expo 2020 a Dubey tê naskirin. Hemî rê di vê meydanê de digihin hev. Meydan hêmaya dirûşma sereke ya pêşangehê “Bi hev gihandina mejiyan ji bo çêkirina siberojê” ye.
Ev meydan ku qubeyeke mezin a hesin ew nixamtiye, cihê sazkirina merasîma vekirina pêşangehê bû. Her roj her di vê meydanê de bi dehan karên hunerî û konsertên muzîkê tên lidarxistin.
Qubbe bi dirêjiya lidarxistina pêşangehê bi rêya virtual bi dehan hêma, dîmen û rengên bedew li ser dîwarên xwe kom dike ku bi dîtina wan, mejî û xeyala meriv bi firê dikeve. Wek ku di dema bangdanê de tijî kevok dibe ku di bin qubbeyê de dilivin û difirin. Yan di dema konsertên hunerî de, rengên wê bi awayekî diguherin ku ruhê muzîkê nîşan didin.
Şêwaza el Wesl ku bûye logoya pêşangehê ji gustîlkeke dîrokî hatiye wergirtin li navçeya Saruq el Hedîd li Îmaratê, ku dîroka wê vedigere berîya çend hezar salan.
Pavyona derfetê
Pavyona derfet an Opportunity ji holeke mezin pêk tê ku meydaneke pehin û berfireh li xwe girtiye. Meydan û dîwarên holê ji xişt an kelpîçekî çêbûye ku ji xweliyê hatiye çêkirin. Ji bo cara ewil ev cûreyê xiştê li Îmaratê di pêşangeha Expo 2020 de tê bikaranîn.
Dîzaynerên holê ev xişt bikar anîne ku bibe nîşanek bo ax û zeviya ku meriv tê de dijî. Lê serbanê wê dezgeheke mezin e ku ji şeş çînên şûşeyî-hesinî hatiye çêkirin. Li gor çaxên rojê rengê serbên diguhere.
Herwisa li gor hejmara serdankeran rengê wî serbanê mezin û efsûnî diguhere. Serban hêmayek e ji bo xewn û xeyal û nêrîna wî merivê ku li ser erdê dijî û dixwaze bighihe xewnên xwe.
Peyama vê beşê ji 3 beşên sereke yên Expo ew e ku meriv wek takekes karîneke wî ya xas heye û divê bi berpirsiyariya xwe rabe û biguhere ji bo ku guhertin û bandorê li ser civakê çêbike û bigihe xewnên xwe.
Di nav holê de, bi rêya ekran û berhemên hunerî yên cihêreng, çîroka 3 merivên ji rêzê ji Peru, Îmarat û Tanzanyayê ji ziyaretvanan re tê vegotin ku çawa bi rêya guherînên biçûk bandoreke mezin di civakên xwe de çêkirin.
Pavyona aramiyê Sustainability
Pavyona aramiyê Sustainability yan pavyona Terra, hewl dide bi rêya teknolojî û avahîsaziya bêhempa ji serdankeran re bibêje ku pêkan e ji bo berhemanîna elektrîkê û dabînkirina avê ku du tiştên sereke yên berdewamiya jiyanê ne, ziyan bi jîngehê neyê gihandin û jîngeh neyê têkdan wek ku niha tê kirin.
Ev pavyon yek ji şaheserên pêşangehê ye. Serbanê wê dezgeheke mezin e ku 1000 panêlên tavê li xwe digire. Tevî 18 “darên tavê” elektrîka hemî pavyonê berdest dike. Taybetmendiya din a vê pavyonê ew e ku ava lazim ji bo vexwarinê û beşên cuda bi rêya bayê dabîn dike.
Hêwiya nav bayê tê sarkirin û bi rêya boriyan ji bo nav pavyonê tê birin. Bi vî awayî ev pavyona mezin bi ti toreke elektrîk û avê ve nehatiye girêdan.
Bi temamî xwerêveber e. Xwe bi xwe av û elektrîka xwe misoger dike. Afirînerên vê pavyonê dixwazin pavyon bibe nimûneyek ji avahîsaziya nû, ji bo ku ji niha bi şûn de ew avahiyên ku tên çêkirin ew taybetmendî di wan de werin guncandin ku enerjiya elektrîkê û ava lazim ji şêniyên xwe re misoger bikin.
Di hundirê pavyonê de, bi dehan karên hunerî yên ecêb û xerîb li ser giringî û bedewiya xwezayê hatine nîşandan ku divê meriv wan biparêze ji bo ku bikare li jêr şewqa hemî krîzên niha di jiyanê de berdewam be û nebe qurbaniyê guhertinên seqayê.
Pavyona live Mobility
Pavyona Mobility, yan liv û tevgerê, ew pavyon e ku herwisa wek pavyona Elif wek amaje bo yekem tîpa Alfabeta Erebî hatiye wergirtin. Merem ji danîna navê Elif, yekem qonaxa tevgera meriv û şaristaniyê ye ku kariye bi rêya çêkirina pira têkiliyê di navbera civakên cuda de, şaristaniya vê serdemê nîşan bide ku çawa li ser pêgeha liv û têkiliyê geş bûye. Di vê pavyonê de, afirandinên dîrokî yên meriv girêdayî liv û trafîkê bi rêya virtual û karê avahîsazî hatine nîşandan heya digihe vê serdemê.
Herwisa projeyên mezin ên însan wek çûna ser gerstêrkên heyv û merîxê hatine nîşandan. Ji du aliyan ve perde li ser afirandinên di vî warî de tên rakirin. Yekem di aliyê guhertinên ku di siberojê de di nav bajar û civakan de pêk tên û nîşan didin ku teknolojî çawa trafîka nav bajaran diguhere. Rûyê duyem ê vê pavyonê tevger û têkiliyên bajar û welatên mezin bi hev re ye. Herwisa hilgira hin amajeyan e li ser liv û serdana meriv ji stêrka erdê bo gerstêrkên din.
Pavyonên welatan
192 welatên beşdarên pêşangeha Expo 2020 hewl dane şaristanî û hêlên bedew ên dîrok û çanda xwe di pavyona xwe de nîşan bidin. Dîzayna avahîsazî û karên hunerî ku nîşan didin bi dirustî hilgirên nêrîna wan welatan bo 10 sal, 20 sal û 30 salên bê ye. Wek mînak li pavyona Erebistana Siûdî, bi bedewî qala nêrîna 2030 a Erebistana Siûdî hatiye kirin.
Li pavyona Amerîkayê, nirxên wî welatî wek demokrasî, mafê azadiya derbirîna bîrûbaweriyan û destkeftên teknolojî bi rêya karên hunerî yên wê pavyonê diyar in. Li pavyona Swîsrayê, seqaya bibaran a wî welatî û meraqa Swîsriyan a gihiştina tîrêjên tavê reng vedidin. Li Brîtanyayê, dîroka wî welatî di wêje û zanînê de hatiye şênberkirin.
Siberoja Expo 2020
Expo 2020 di dawiya meha 3 a sala bê wek Expo 2020 kuta dibe, lê her li wî cihî kevirê bingehîn ê bajarekî dahatûyê dest pê dike. Di rastiyê de, her di bingeh de û di dema destpêka avakirina Expo 2020 de, planeke mezintir di mejiyê çêkeran de hebû ku plana bajarê siberojê ye.
Ev Expoya ku serdanker dibînin, di rastiyê de beşek ji bajarê siberojê ye, dibe nimûneyek ji bo 50 salên bê yên şaristaniyê. Dibe mînakek ku bajarên siberojê çawa dibin û jêrxana wan a enerjî, elektrîk û trafîkê bi çi awayekî dibe. Bajarê siberojê yê Dubey ku ligel kutabûna Expo 2020 û di destpêka meha çaran a sala 2022an de dest pê dike, dibe cihê niştecîbûn, zanîngeh û navendên lêkolînê, muzexane û parkên zanistî. Kolanên wê dibin cihê otomobîlên bê ajovan. Avahî û apartmanên wê dibin mînakên bedewiya serxwebûna avahiyên paşerojê.
* Berpirsê Maseya Aborî li Tora Medyayî ya Rûdawê.



