Xwînerê hêja;
Mijara nivîsa pêncem a rêzenivîsên honaka zanistî Frankenstein a Mary Shelleyê ye. Frankenstein ji roja çapbûnê heya niha bi taybetiyên xwe yên enteresan hê jî mijara nîqaşan e. Gelek nivîskar û rexnegirên wêjeyê li ser vê berhemê nivîsandine. Ji sala 1915an heya roja îroyîn 26 caran zêdetir ev berhem wekî fîlm û rêzefîlm hate adaptekirin. Her weha Frankenstein wekî navê afirandeyekî xemgîn lê tirsnak ket nav çanda populer û bû îlhama wêje û hunerê. Hin rexnegir vê pirtûkê wekî pirtûka yekem a honaka zanistî qebûl dikin ji ber ku her çi qasî hêmayên gothîk ên tarî, tirsnak û nepenî pir bin jî, bingeha çîrokê li ser pirseke zanistî hatiye avakirin: Gelo heke zanyar karibe parçeyên saxlem ên kesên mirî bide hevdu, dê karibe kesê mirî sax bike?
Mary Shelley Kî Ye?
Mary Shelley, keça teorîsyena femînizmê ya navdar Mary Wollstonecraft û weşanger û rojnamevan William Godwin e. Ew hê di şanzdeh saliya xwe de dil berdide helbestkarê navdar Percy Bysshe Shelley û ji bo wî terka mala xwe dide.
Di sala 1815an de li Endonezyayê volkanê Tamborayê diteqe û ev yek bandorê li avhewaya Ewropayê û hinek beşên bakurê Amerîkayê dike. Lewma navê sala 1816an wekî "sala bê havîn" kete dîrokê. Wê navberê de Percy Bysshe Shelley û dîldara wî ya ciwan Mary Shelley li Cenewreyê mêvanê helbestkarê navdar Lord Byron bûn. Paşê nivîskarê navdar John Polidori di rojnivîska xwe de behsa wan rojên mêvaniyê kir û got: "Lord Byron pêşniyaz kir ku her yek ji me çîrokeke tirsnak binivîse û em paşê çîrokên xwe ji hevdu re bixwînin, çîroka herî tirsnak hilbijêrin." Mary Shelleyê, Frankenstein wekî kurteçîrok ji bo vê pêşbaziyê nivîsand.
Victor Frankenstein: Berpirsiyariya Afirîner Çi Ye?
Victor, wekî xwendekarê zanista hekîmiyê cîwanekî bi tenê û azwer e. Ew dixwaze zanista heya niha hatiye zanîn fehm bike, lê belê ev yek têra wî nake. Ew dixwaze zanista nayê zanîn jî bi dest bixe da ku karibe hezkiriyên xwe yên mirî sax bike. Victor ji aliyekî ve mirovê sedsala xwe ye; ew hêz û baweriya xwe ji baweriyê, ji helbestê, ji metnên ezoterîk digire. Ji aliyê din ve, ew di bin bandora fikr û baweriyên serdema ronahiyê (Enlightenment) de ye. Ew bawer dike ku aqilê mirov dikare sira her tiştekî nepenî ronî bike, her weha çareseriya her pirsgirêkê bibîne. Madem ku wiha ye; Victor çima endamên saxlem ên miriyan nede hevdu û kesekî zindî neafirîne?
Ew bi şevan laşê miriyan dibîne û dide hevdu. Di dawiyê de afirandeyekî mezin î bilind zindî dibe. Heya vê gavê azwerî û aqilê Victor Frankenstein karê xwe dike, lê dema can dikeve bedena afirandeyî û ew çavên xwe ve dike, êdî dor tê berpirsiyarî û exlaqê Victor. Baş e, wî bi laşê miriyan cinawerekî nexweşik, dirêj, mezin, spîçolkî afirand, lê ew ê bi vê şûn de çi bike?
"Şeveke bi qeswet a mijdarê bû ku min serketina karê xwe yî dirêj û çetin bi çavên serê xwe dît." (rpl: 55, edîtsiyona Cranford Collection)
Dema Victor dibîne ku afirande zindî dibe û li nava çavên xwediyê xwe dinêre, ziravê Victor diqete, dil û dînê wî tevli hevdu dibe. Ew diricife, diweste, dikeve nava nivînan û radizê, lê di xewna xwe de jî hebûna afirandeyî dibîne û aciz dibe.
Yanê, zanistê azwer dikare ji laşê miriyan zindiyekî çê bike, lê belê nizane gelo çawa bi vî afirandeyî re pêwendiyê ava bike. Yan jî dibe ku Victor heya wê gavê bawer nake ku kiryarên wî dê bi rastî jî afirandeyekî zindî çê bikin, lê dema afirande çê dibe, Victor ji berpirsiyariyê ditirse û naxwaze li nava rûyê afirandeyî binêre.
Ya ku me dike mirov çi ye?
Afirande fehm dike ku xwedayê wî, yanê Victor Frankenstein, dê xwedîtiya wî neke, lewma ew berê xwe dide daristanê û li wê derê rastî malbatekê tê. Malbata De Lacey, wekî ji paşnavê wan jî xuya dike, malbateke dewlemend a berê ye, lê aniha ew xizan ketine. Yanê afirande dikare ji sermiyana zanînê, pirtûk û rabûn-rûniştina mirovên çîna jorê sûd wergire. Afirande pêşiyê çavdêriya endamên malbatê dike û tiştê ji wan dibîne teqlîd dike. Paşê fêrî zimanê mirovan dibe, yanê ew jî êdî dikare xwe rave bike. Ew pirtûkên malbatê dizîngava dixwîne, yanê xwe perwerde dike. Wekî gava paşî ya mirovbûnê, afirande li ser hebûna xwe difikire; ew kî ye û çima wiha tik û tenê ye? Gava xwîner van beşan dixwîne, hema bibêje êş û keserên afirandê, êşên hebûnê yên her mirovî tînin bîra xwîner.
Ma xwedê jî wekî Victor terka me neda? Em kî ne û ji ber çi sedemê hatine vê dinyayê? Belê, em dipeyivin, lê ka kî me fehm dike? Kî dikare êş û kesera kê bi rastî jî fehm bike? Jixwe fehmkirin bi kêrî çi tê?
Lê em dîsa jî dipeyivin. Em serê her sibehê ji xwe re li armancekê digerin, wateyekê çêdikin û paşê hewl didin ku kesên din jî qanî bikin ku armanca me girîng e, lewma jî wateya me heye.
Madem ku afirande difikire, dixwîne, diêşe, gelo ew ne mirov e? Nexwe pênaseya berbelavtirîn a mirovbûnê ew e ku mirov dikare bipeyive û li ser hebûna xwe bifikire.
Tundî û Berpirsiyariya Afirandeyê
Afirande ji malbata De Lacey mirovbûnê fêr dibe; yanê ew ne bi tenê axaftin û pirtûkxwendinê fêr dibe, ew her weha çavdêriya hezkirinê, parvekirinê, piştgiriyê dike. Qey lewma tenêtiya wî her ku diçe dilê wî dişikîne. Ew hesretkêşiya germayiya pêwendiyên mirovî dike. Rojekê, dema ku endamên din ên malbatê ne li malê bin, ew diçe bi malxweyê malê yê nebîne re dipeyive. Malxweyê malê nikare laşê afirandeyî nexweşik, ecêb, spîçolkî bibîne û ev yek dihêle ku ew dilê xwe bi êş û xemgîniya afirande bişewitîne. Lê dema zarokên wî vedigerin malê, ew ji afirande ditirsin û êrişî wî dikin.
Afirande xeynî laşê xwe yê gir û spîçolkî, bi her taybetiya xwe mirov e. Lê mirovên laşê wî dibînin, nikarin mirovbûna wî qebûl bikin. Yanê mirovbûn dîsa bi çawaniya laş tê pîvandin.
Dibê gotî heke gundî ji zarokê xwe hez nekin, dê zarok gund bide ber êgir da ku xwe li ber şewata gund germ bike. Ya ku tê serê afirandeyê Mary Shelleyê jî ev e. Ew bi dilekî şikestî û tenêtiyeke kûr parsekiya fehm û hezkirina mirovan dike. Lê mirov ji wî ditirsin û êrişî wî dikin. Piştî demekê afirande dest bi kuştina endamên malbata Victor dike da ku xweda û xwediyê wî, Victor li wî binêre û êşa wî bibîne.
Mary Shelley tenêtî û xemgîniya afirande wisa xweş rave dike ku xwîner dikare xwe bigihîne kezeba dilê wî. Lê dîsa dema afirande birayê piçûk ê Victor, yanê Williamê bêguneh dikuje, xwîner bivê nevê dipirse: Ez êşa te hest dikim, lê çima tu kesekî bêguneh diêşinî?
Yanê gelo mafê afirande, yan jî mafê çîna bindest, mirovên çewisandî heye ku heyfa xwe ji hema kî bê ber derê wan, ji wî bigirin?
Dema min ev pirtûk dixwend, li tevahiya Fransayê, bi taybetî li Parîsê, xwendekar û alîgirên guherîna civakî derketibûn sûkan. Li gorî vîdeoyên hatin parvekirin, xwenîşanderan dikan talan dikirin, derî û pencereyên restorantan dişikandin.
Vê yekê ev nakokiya exlaqî careke din anî bîra min: Berpirsiyariya afirande li kû derê dest pê dike?
Belê, Victor wî diafirîne û berpirsiyariya hebûna wî hilnade. Lê gelo bes ji ber ku Victor ew afirand û terka wî da, gelo êdî berpirsiyarê hemû kiryarên wî Victor e?
Belê, rêvebiriyên dewletên kapîtalîst gelek caran heya ku neçar nemînin ti carî naxwazin pêwistiyên xwendekar û karkeran peyda bikin, lê gelo mafê van xwendekar û karkeran heye ku dikanên hin mirovên din bişêlînin?
Taybetiya vê berhemê ew e ku bi saya çîrokeke gothîk a asayî derfeta nîqaşkirina mijarên cihêreng dide.
Dibe ku xwîner Frankenstein bes wekî serpehatiyên zanayekî dîn û cinawerekî bixwîne.
Lê dibe ku cureyekî din ê xwîner heman berhemê wekî vegotina serpehatiya mirovayetiyê û xwedê bixwîne.
Lê her weha dibe ku cureyekî din ê xwîner vê berhemê wekî analîzeke pêwendiya di navbera bindest û serdest de bixwîne.
Yan jî dibe ku ew her sê cure xwendekarên min li jor behsa wan kir, ez bi xwe bim.
Min Frankenstein cara yekem beriya panzdeh salan, bi wergera tirkî, di şevekê de xwend û qedand. Wê demê, dilê min gelekî li ber afirande ket, lê dîsa jî ez bûm heyranê vîn û xebata Victor Frankenstein. Min xwest ez Victor Frankenstein qane bikim ku divê ew xwedîtiya zarokê xwe bike.
Pênc salan berê, min heman pirtûk îcar bi zimanê resen xwend. Min di wê xwendinê de afirande wekî sembola mirovbûnê fehm kir û dilê min bi min û wî êşiya ji ber ku xwedê ji zû ve terka me dabû.
Hefteya borî min Frankenstein bes nexwend, her weha wekî pirtûka bi deng guhdarî kir. Me êvaran Frankenstein bi almanî vekir û şîvên xweş amade kirin, feraq şûştin û nûçeyên bûyerên Fransayê temaşe kirin. Bi her şîrove û pirseke derbarê etîk û berpirsiyariya afirîner û afirande, aliyekî din ê Frankensteinê Mary Shelleyê ronî bû.
Duh êvarê piştî guhdarîkirina beşa dawî, A. ji min re got: "Ax min her dizanibû ku Frankenstein cinawir e!"
Min pêşiyê wiha bersivand: "Na, navê zana Victor Frankenstein e. Navê cinawir tune."
Lê paşê, dîsa wî got: "Rojda, ma tu nafikirî ku Victor Frankenstein cinawir e? Yanê heke ew cinawir neafirîne, dê cinawir tune be."
Belê, eynî wisa ye...
Bimînin di xêr û xweşiyê de!
Çavkanî;
1- Sala bê havîn; https://en.wikipedia.org/wiki/Year_Without_a_Summer
2- Mêvandariya Mary Shelly û Mijara Pêşbaziyê;
https://blog.oup.com/2016/06/byron-ghost-story-competition
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)


.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)