Pîra Siltana Qirqatî: Xwedê rojên wiha bi serê gurên çiyê de jî neyine!
“...Zarok ji bo Cezayirê çûbûn sînemayê. Ji bo piştevaniya serxwebûna Cezayirê. Li dibistanan mamosteyan bi darê zorê zarok şandin Sînemayayê da ku li wî fîlmî binêrin. Navê film ‘Cerîmet nisif el-Leyl’, ango ‘Cerîmeya nîvê şevê’ bû. Paşê navê fîlm kirin ‘Semaya nîvê şevê.’ Fîlm bi erebî bû, qaşo behsa şoreşa Cezairê dikir lê tiştekî ku şoreşê nîşan bide, tunebû. Fîlmekî beradayî bû! Ez wî çaxî 14-15e salî bûm. Ez jî çûm Sînemayayê lê ne ji bo ku li wî filmî binêrim. Ez ji bo birayê xwe çûbûm. Min digot, biçûk e û wê di nav lingan de here! Ez û cîranekî me çûn. Birayê wî jî tê de bû. Sînemaya pîs bû. Em çûn, me ew anîn devê dêrî û me ji wan re du kêvir danîn ser hev û me got: ‘Ha ji we re film, temaşe bikin!’ Ez jî diçûm hûndir û derdiketim devê deriyê sînemayê. Hûndirê sînemayê germ û nexweş bû. Hew me dît, agirek hil bû! Min bi destê birayê xwe girt û em derketin. Şewat ji pêşî dest pê kiribû. Wekî tu dizanî, perde bi xwe sipî bû. Me dît, ji nişka ve perdeya fîqsipî sor bû. Ronahiya êgir geş bû. Me li pişt xwe nerî, me dît agir ji odeya ku makîne tê de dixebite, derketiye. Em zû derketin. Lê piştî derketina me, em bi bobelata heyî hesiyan. Gava agir vemirî, term hatin derxistin. Wê roja reş û giran, li dora 180 zarok ji ber pîzotên agir û dûxanê canê xwe dan!”
Belê, wisa dibêje Silêmanê Hecî Hisênê Hecî Berko. Silêmanê Hacî Hisên, yek ji şahidên ‘Şewata Sînemaya Amûdê’ ye. Çendek berê li bajaroka Halternê ku bi ser Recklinghausena Almanyayê ye, em bûn mêvanê wî. Di rastiya xwe de, ez mêvanê kurê wî ango mêvanê hevalê xwe Sîrwanê Hecî Berko bûm. Ev yek jî bû sedem ku ez kesekî wekî wî nas bikim û gelek tiştên hêja jê hîn bibim.
Ji zû ve bû min dixwest li ser ‘Şewata Sînemaya Amûdê’ tiştekî binivîsîm. Ev mêvandarî bû sedem ku ez vê xwesteka xwe pêk bînim. Di wan rojan de siûda min xebitî ku ez mêvanê mala Berkoyan bûm. Ji ber ku wan rojan, dayîka Fehîma Yûsiv, ‘Pîra Siltanê’, ji Amûda rengîn û hewqas jî dilşewat hatibû û li Almanyaya xopan bûbû mêvan. Ev ji bo min fersendeke giring bû. Fehîma Yûsiv dayika dostê min Sîrwanê Hecî Berko ye.
Min zend û bendê xwe bada, mil kûta hev û di rojeke xweş û geş de pirsên xwe arasteyî Pîra Siltanê kirin. Carinan bi laqirdî, carinan jî bi keserên kûr, pirsên min bersivandin. Ew bi xwe dîrokeke zindî bû. Li gel ku temenê wê zêdetirî 80 salan bû, bûyerên 50-60 sal berê çawa ku îro qewimîbin, dihatin bîra wê û ji bo me vedigotin.
Wê roja reş û giran, li dora 180 zarokan, ji ber pîzotên agir û dûxanê can da!
Ev gotina ku me ji devê zavê wê Silêmanê Hecî Hisên li destpêka vê nivîsarê pêşkêşî we kiribû, her di bîra min de bû. Min dizanibû ku pêwîst e Pîra Siltanê behsa vê bobelatê bike. Û wisa jî kir. Lê werin bala xwe bidinê ku wê ne tenê ji me re behsa ‘Şewata Sînemaya Amûdê’ kir. Em bi saya vê gotûbêjê pê hesiyan, ku ‘Şewata Sînemaya Amûdê’ şewata duyem e. Li gorî gotina Pîra Siltanê, Amûda Dilşewat, 60-65 sal berê, ji hêla artêşa Fransiyan ve ji serî heta binî hatiye şewitandin. Li gorî gotina wê ‘Şewata Yekem a Amûdê,’ hê dema ku ew zarok bûye, pêk hatiye.
Piştî xweşbêşeke germ û çend gotin û galegalên li ser hatina wê ya Almanyayê, derbarê ‘Şewata Yekem a Amûdê’ û ‘Şewata Sînemaya Amûdê’, min pirsî û Pîra Siltanê bersivand…
***
Pîra Siltanê, xweşikahiya ku tu li Amûdê dibînî, tu li vir dibînî gelo?
Ka min xweşikahiya çi li vir dîtiye, lo?!
Te li Amûdê çi dîtiye?
Min li Amûdê dar û daristan dîtine. Cîranî li wê derê xweş e. Em herdem diçin cem hev...
Tu bêriya çi dikî li Amûdê?
Weleh lawo ez bêriya zarokên xwe dikim...
Ew civatên li Amûdê xweş bûn, ne wilo?
Erê Elhemdulilah, pênc-şeş zarokên min li wir in. Ne yek û dudu ne.
Tenê şeş...?
Şeş lawik û du keçikên min jî hene...
Pîrê ev bûn heşt heb?
Erê, elhemdulîlah! (Keça xwe Fehîma Yûsiv nîşan dide) Ha ev jî neh…
Hemû neh heb in?
Yek jî li Şamê ye...
Bûn deh zarok...ç
(Dikene) Çar keçik û şeş lawikên min hene. Erê weleh, elhemdûlîlah..!
Civatên berê mane li gorî te? Ew civatên bîst sal berê, sî sal berê?
Nexêr kurê min! Civatê çi halê çi? Her kes li mala xwe ye. Bes gava em li malekê digihêjin hev, kêfa me tê. Em çaya xwe vedixwin, ji xwe re diştexilin, henek menekan dikin û hew...
Tu dibêjî ew civatên berê nemane?
Na!
Pîra Siltanê, wekî tê zanîn, berî çil salan li Amûdê şewateke mezin pêk hat. Sînemaya Amûdê şewitî. Lê ew şewata duyem bû. Emê piştre ji te bixwazin ku tu behsa wê bikî. Lê şewateke berê jî hebûye. Beriya vê hevpeyvînê te ji me re behs kir. Ya berê dema pêk hatiye, tu hîn zarok bûyî. Gelo berê çawa behsa ‘Şewitandina Amûdê’ dikirin. Çi bûbû sedem ku Fransiyan Amûda Bavê Mihemed şewitandibû?
Erê erê! Wî çaxî me digot ‘Şerê Wetenî’ ango Şerê Rizgariyê. Wê gavê hizb çêbûbûn. Hinek ji Kurmancan bûn alîgirê Fransa, alîgirên filehan û hinek jî man. Kurmancên ku bûbûn alîgirê Fransiyan û Kurmancên ku li dijî wan derdiketin li hev xistin û gelek kes ji hev kuştin. Bû sibe, em çi bibînin?! Teyareyên ecnebiyan (Fransiyan) bi ser Amûdê ve girt. Ewê ku dilê wan xwest lê xistin. Amûdî reviyan çûn Tirkiyeyê. Eskerê Tirkan jî ew nehewandin. Tivingên wan ji stûyê wan girtin û bera wan dan. Ji wê derê jî berê xwe dan Çiyayê Şingalê. Ew misilman bûn. Wan Melekê Êlo bi xwe re bir û di rê de kuşt. Yekî file bû, jê re Melekê Êlo digotin, di rê de hat kuştin.
Wî çaxî tu çend salî bûyî?
Wê salê min bavê van kir, (Dîsa Fehîma Yûsivê destnîşan dike), ez hatim cem bavê van…
Niha tu çend salî yî?
Ez çi dizanim? 77-78, belkî bûbim 80 salî jî. Baş nizanim weleh.
Em dîsa vegerin wan rojan...
Erê, bi serê bavê min û te, îcar Mala Xelo, Apê Heso û Mala Deqoriyan kişandin û kişandin û talan kirin û tiştên wan birin û agir bi Amûdê xistin. Îcar Amûda me şewitî. Piştî ku dinya hinek saz bû, ji nû ve vegeriyan û xaniyên xwe ava kirin û tê de rûniştin.
Tê bîra te gava ku sînor tune bûn û her kes diçû û dihat?
Hidûdên Tirkiyeyê? Tiştê ez dizanim, her û her xeta hidûd hebû...
Lê wekî îro ne zor bû, ne wisa? Xelk diçûn û dihatin ne wisa?
Erê, erê! Xelk dihatin û diçûn, tiştên wilo tune bûn.
Ji malbata we re, ji eşîra we re çi dibêjin. Hûn ji çi eşîrî ne?
Qirqatî.... Ez Qirqatî me lê Bûka Berkoyiya me. Berkoyî jî, bi eslê xwe Deqorî ne.
Waa? Naxwe hûn Qirqatî ne? Li Serxetê jî Qirqatî hene ha...
Erê, vêga jî li Serxetê hene. Gundekî Omeriyan. Erê Omerî ne Qirqatî.
Hûn wekî Qirqatî têne naskirin lê mal, binemal û eşîra we çi ye?
‘Mala Mele Ehmed’ dibêjin ji me re...
Ji we re dibêjin Mala Mele Ehmed?
Erê wîî... Du qebîle ne. Yek Mele Ehmed, yek jî Mele Hesen, her du jî kurmamê hev bûne.
Vê gavê nasên we li serê xetê hene?
Weleh lawo hebin jî ez nizanim, ma ez feqîra Xwedê ji ku derê wan nas bikim?
Lê hene?
Hene lê ez nas nakim. Ew jî terkeserê dinyayê bûne. Çûne Îzmîr mizmîrê, bajar majaran. Hene çawa tune ne...
Ez dixwazim em werin ser meseleya şewitandina Sînemaya Amûdê. Wê rojê hûn çawa pê hesiyan. Çawa çêbû? Hûn li malê bûn yan li ber derî û tenûran bûn? Çawa çêbû. Ew dem çawa tê bîra te?
Me pal dabû lawo. Em li derve, li serê xaniyan radizan. Em nû wê şevê ketibûn hûndirê malê. Lawikê min ser destê min bû. Şerîf û Hisên çûbûn. Min dît hat. Min pirsî: ‘Çi bûye, lawo?’ Got: ‘Tew diya me hê di xew de ye!’ Min got: ‘Çi ye, kuro?’ Got: “Rabe agir bi sînemayê ketiye.’ Min got: ‘Baş bûye ku agir bi sînemayê ketiye. Xwedê bike Sînemaya here û venegere! Ma çi ye her du roj carek Sînemaya?’ Got: ‘Keçê yadê, zarok giş şewitîn, lawê apê Elî şewitî, Ezîzê Ciro şewitî, got, xelk giş şewitîn.’ Êdî ji me re bûbû heşir. Xew bi çavê kesî neket. Bû girîn û qîjîn. Yên me hemû jê filitîn. Hinek ling mingên wan şewitîn, hevqas. Ji wê agirî xelas bûbûn elhemdûlîllah.
Çend kes?
Ji mala Hecî Berko em çend mal bin, em giş xelas bûn şikir...
Digotin çend kes mirine di sînemayê de?
Wîîî, gelek mirin lawo!..
Digotin çend kes mirine?
Qederê 180 zarok an şewitîn bûn qirik an jî fetisîn û mirin...
Tu navê çendan dizanî?
Weleh ez navê yekî jî nizanim...
Ha?
Na wîîî, ma ez ji kû navê wan dizanim!?
Erê em bêjin şewitîn, kengê cenazeyên wan hildan?
Cenazeyên wan avêtin camiyê û sibehê xelk çûn ku zarokên xwe nas bikin. Ax lawo, ax kezeb, ax weled hemû şewitîbûn…
Ew roj, rojeke çawa bû? Tu dikarî hinekî behsa wê rojê bikî?
Welleh ez nizanim lawo. Ma qey tê gotin? Min dît lê ez nizanim bibêjim. Payîz bû. Wextê medreseyan bû. Em nû ketibûn hûndir. Îcar xelk ketin hûndir û cenazeyên xwe kişandin. Ya Star! Heta du rojan. Mal hebû ku dudu çûn, mal hebû ku sisê çûn, mal hebû ku yek ji wan çû. Hema bêlome be, tiştê bi serê xelkê hatibû, bila Xwedê careke din neyîne serê gurê çiya… Mihemedê Axê, lawê Seîd Axayê Daqorî, wê gavê li qehwê bûye. Dibêjin: ‘Hewar e, agir bi sînemayê ketiye.’ Ew ber bi sînemayê ve dibeze. Kurekî wî hebû. Dibêje: ‘Welleh hebe nebe ew jî çûye.’ Lawikê wî di rê de tê pêşiya wî û dibêje: “Yabo vegere, ez jî li wir bûm lê va ye tu dibînî ez hatim, ez reviyam.’ Ji lawikê xwe re dibêje: ‘Kurê min, zarok û xortên Amûdê giş wekî te ne.’
Hemû zarok bûn, ne wisa?
Erê lawo, hemû zarok bûn… Mihemedê Axê dibêje: ‘Giş wekî te ne.’ Ew zarokên li nava sînemayê, carê dido dido, sisê sisê dixe bin çengên xwe, xelas dike. Du derban tîne, derba sisêyan ew hesin dibê hirrr û bi ser wan de tê xwarê! Yên mayî hemû difetisin û dişewitîn. Bêlome be! Tişta bi serê xelkê hatî, bila neyê serê gurê çiyan jî… Roja din li Amûdê şîn bû. Kesî zarokê xwe nas nedikir. Hinekan kirasê wan mabû, hinekan diranên wan mabûn. Û hinek jî nehatin naskirin û hema gotin; ‘ev in.’ Yekî digot; ‘ev yê min e’, yekî din digot ‘na, yê min e.’ Hey hewar! Zarokên ku nehatin naskirin, bi hev re veşartin. Ziyaret û qebra wan cuda ye. Her du lawên Hemê, neviyên Silêman jî bi hev re veşartin…
Ji ber vê şewatê kesek hate girtin an na? Wekî sûcdarê vê karesatê ceza li kesî birîn gelo?
Belê, çend kes girtin. Ew avêtin hepsê. Nêzîkî salekê tê de man. Kifş bû ku sûcê wan tune ye.
Agir ji ber berq û ceryanê derketibû, ne wisa?
Erê ji ber ceryanê bû. Lê dibêjin dibe ku bi zanebûn derxistibin ku zarokên xelkê bişewitin. Lê ez bi xwe bawer nakim. Hûndirê wê kevin bû û ji bo dekorê çewal bi kar anîbûn û hemû yax û petrol bû, loma agir zû bi wan ket. Zarok li hev siksikîne û piraniya wan fetisîne. Ji ber ku rê nedane hev ku birevin. Deriyê sînemayê jî nîvî vedibû û nîvî venedibû.
Piştre dibêjin ku sînema hatiye girtin. Gelo zû vebû?
Erê hat girtin lê çend sal paşê li cihekî din sînema çêkirin.
Sînema ji bo Amûdiyan tiştekî nebaş e, ma ne?
Erê weleh lawo, tiştekî pir pîs e. Kesên navsere naçin. Lê kesên ciwan dîsa jî diçin, ka dê û bav çi bikin?
Em dikarin bibêjin di her malekê de bi kêmasî miriyekî sînemayê heye?
Tu mal jê xelas nebûn. Heger ji malekê mirî tunebin jî, miheqeq birîndarên wan hebûne.
Lê ji mala we, ji nasên we?
Pismamê me Dr. Sadedîn destê wî şewitî. Dawûd, Fûad û zarokên Hemîd birîndar bûn û xesarên giran dîtin.
Pîra Siltanê, mala te ava, Xwedê ji te razî be ji bo vê gotûbêjê.
Xwedê te bihêle lawê min! Rebê Alemîn tu caran qiyameteke wilo bi ser kurê camêran ve neyîne, înşelah...
18ê Tebaxa 2002yan, Haltern, Recklinghausen, Almanya
* Nivîseke 24 sal beriya niha. Sala 2002yan. Rehma Xwedê li Pîra Siltanê, pîrika hevalê min Sîrwanê Hecî Berko be.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
