Buldan: Em dê li her derê berbijêran nîşan bidin

30-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Pervîn Buldan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku ew dê di hilbijartinên xwecihî yên sala 2024an ji hemû parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê berbijêrên xwe nîşan bidin û got: “Ji bo ku em di van hilbijartinan de serkeftineke mezin bidestbixin, em dê xebatên xwe bi tempoyeke baş berdewam bikin.”

Hevseroka HDPê û Parlamentera Wanê ya Partiya Çepên Kesk (YSP) ku bi helkefta pîrozbahiyên cejnê ev çend roj in li parêzgeha  Wanê serdanan dike roja Înê 30ê Hezîrana 2023an derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Buldan ameje bi wê yekê da ku wan di civînên xwe de kêmasiyên partiya xwe yên di hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê de nirxandine û got, “Me di vî warî de biryarên nû wergirtine. Me ligel van biryaran diyar kiriye ku em dê biçin kongreyê. Di kongreyê de bi plansaziyek nû û nerînek nû û rûyên nû  ji bo guherînê dê prosyeke nû destpêbike.”

Buldan eşkere kir ku ew dê di Îlona îsal de kongreya xwe pêkbînin û got, “Di kongreyê de em dê biryarê bidin ka em dê bi HDPê an bi Partiya Çepên Kesk berdewam bikin an jî navê Partiya Çepên Kesk bê guherîn. Ev hemû mijar cihê nîqaşê ne. Me komîsyonek avakiriye. Ev komîsyona me li ser xebatên xwe berdewam e.”

Hevseroka HDPê derbarê helwesta partiya xwe ya di hilbijartinên xwecihî yên sala 2024an de jî got, “Hilbijartinên xwecihî helbet bo me hemûyan girîng in. Desthilat dê careke din hemû derfetên dewletê ji xwe re bikarbîne. Em jî dê di serî de  li hemû bajarên xwe û bajarên mezin, li her cihî berbijêrên xwe nîşan bidin. Ji bo ku em di nav vê têkoşînê de hebûna xwe û têkoşîna xwe îspat bin em dê bi tempoyeke baş a karkirinê li ser xebatên xwe  berdewam bin daku em di van hilbijartinan de serkeftineke mezin bidest bixin.”

Ev gotinên hevseroka HDPê  yên li ser hilbijartinên xwecihî di demekê de ne di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de HDPê li bajarên mezin ên Tirkiyê piştevaniya berbijêrên şaredariyê yên Partiya Gel a Komarî (CHP) kiribûn û CHPê bi vê piştevaniyê piraniya şaredariyên bajarên mezin ji AK Partiyê wergirtibûn. Lê di hilbijartinên bê de eger HDP berbijêrên xwe nîşan bide ev yek şansê berbijêrên AK Partiyê zêdetir dike.

HDP ku ji ber doza girtinê bi nav û logoya Partiya Çepên Kesk (YSP) beşdarî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê bibû, di wan hilbijartinan de piştgîriya berbijêrê Serokkomariyê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst