Hewlêr (Rûdaw) - Di weşanên zindî yên li ser TikTokê de, li hemberî şandina jeton û diyariyan ji aliyê temaşevanan ve, anîmasyonên ku tê de navên wan li dora Kabeyeke sanal tên gerandin tên bikaranîn.
Ev weşanên ku tê de rîtuelên olî yên wekî pêşkêşkirina ava zemzemê û kevirkirina şeytên bûne efektên dîjîtal bûn sedema bertekan.
Îlahiyatnas û nivîskar Lutfu Ozşahîn ev rewş wekî “îstîsmarkirina hestên olî” bi nav kir.
Dîmenên ku tê de hinek weşankar li ser platforma medyaya civakî TikTokê nirxên olî bi kar tînin û di weşanên zindî de bexşan kom dikin bûn cihê nîqaşê.
Di weşanên zindî de pêşî dîmenekî Kabeya sanal tê çêkirin.
Piştre navên temaşevanên ku jeton an jî diyariyan dişînin li ser karakterên anîmasyonê tên nivîsandin ku li dora Kabeyê digerin.
Bi vî awayî bi navên bikarhêneran dîmenên tewafa sanal tên çêkirin.
Li gorî nûçeya CNN Turkê, di sîstemê de li gorî hejmara jetonên ku tên şandin anîmasyonên cuda dikevin dewrê.
Di hinek weşanan de li hemberî hejmareke kêm a jetonan pêşkêşkirina dîjîtal a ava zemzemê û di hejmarên bilindtir de jî anîmasyonên kevirkirina şeytên tên nîşandan.
Di weşanan de peyamên wekî “Xwedê qebûl bike” û “Xwedê bike nesîbê min jî” tên bikaranîn.
Di vê sîstema ku temaşevanan ji bo şandina zêdetir jetonan teşwîq dike de, nav û peyamên bikarhênerên ku zêdetir diyariyan dişînin li ser ekranê zêdetir xuya dibin.
Li gorî hejmara jetonan anîmasyonên cuda
Tê diyarkirin ku di sîstema weşanan de li gorî hejmara jetonan efektên cuda dikevin dewrê.
Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin:
1-4 jeton: Efekta pêşkêşkirina dîjîtal a Ava Zemzemê
30-99 jeton: Anîmasyona kevirkirina Şeytên
100 jeton û zêdetir: Peyamên taybet ên piştgiriyê
Bikarhênerên ku zêdetir jetonan dişînin di weşanan de zêdetir tên dîtin.
Temaşevanên ku dixwazin di rêzên pêş de cih bigirin, bi peyamên taybet û pîrozbahiyan ji bo şandina zêdetir diyariyan tên teşwîqkirin.
Her wiha tê îdiakirin ku bernameyên ku di weşanan de tên bikaranîn bi bihayên ku ji 750 lîreyên Tirkî dest pê dikin tên firotin.
Vê yekê rexneyên ku rîtuelên olî bûne amûra pereqezanckirinê û hestên olî tên îstîsmarkirin bi xwe re anîn.
Her wiha bû mijara nîqaşê jî ka gelo hat û çûna pereyan a di weşanên zindî de ji bo spîkirina pereyên reş tê bikaranîn an na.
Lê belê li ser vê îdiayê ti belgeyek an encameke piştrastkirî nehatiye parvekirin.
Ozşahîn: Ji bo îstîsmarkirina hestên olî bi kar tînin
Îlahiyatnas û nivîskar Lutfu Ozşahîn ku di weşana zindî de li ser mijarê, bertek nîşanî wê yekê da ku rîtuelên olî li hemberî pereyan bûne pêşandaneke dîjîtal.
Ozşahîn got:
“Bikaranîna îbadetan bi awayekî sanal û xwestina pereyan ji mirovan, tê wateya bikaranîna wan a wekî amûra îstîsmara olî.
Îro yek ji pirsgirêkên herî mezin îstîsmara olî ye.
Ev bazirganên olî, îbadet bi pereyan derxistine firotinê.”
Ozşahîn bal kişand ser ayeta di Qurana Pîroz de ya “Bila şeytan we bi Xwedê nexapîne” û wiha berdewam kir:
“Mirovan bi Xwedê dixapînin. Ev kar bi rastî jî ji rê derketiye.
Têgeheke bi navê qiyameta dîjîtal heye. Hestên olî jî derxistin firotinê û ji bo ku mirovan îstîsmar bikin bi kar tînin.”
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
