Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li ser angaştên hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re daxuyanî da.
Tulay Hatîmogullariyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û pirsên li ser hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bersivandin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan berê gotibû, “Trafîkeke cidî ya hevdîtinan heye.”
Hatîmogullariyê li ser vê gotinê diyar kir ku ev tevger di navbera dewlet û Îmraliyê de ye û got:
“Ew trafîk di navbera dewlet û Îmraliyê de ye. Ew tevgereke li derveyî DEM Partiyê ye lê wekî DEM Partî wekî ku min got, şandeya me hîn neçûye wir.”
"Bi îhtimaleke mezin hevdîtin hene"
Tulay Hatîmogullariyê li ser pirsa ka di navbera wan û Abdullah Ocalan de pêwendî çêbûye yan na wiha got:
“Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji wê dîroka ku behsa wê tê kirin û vir ve hîn neçûye giravê lê di navbera mekanîzmayên tevger û dewletê de bi îhtimaleke mezin hevdîtin hene û ew berdewam dikin. Ez di wê baweriyê de me ku ev hevdîtin nehatine rawestandin.”
"Gelek kes dixwazin herin Îmraliyê"
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê bal kişand ser serlêdanên ji bo hevdîtina bi Ocalan re û got:
“Ji Tirkiye, Ewropa, Amerîkaya Latîn, Rojhilata Navîn, Afrîkayê û bi kurtî ji çar aliyên cîhanê gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û hiqûqnas dixwazin herin giravê.
Her wiha pêkhateyên me, gelek partiyên sosyalîst û beşên cuda yên civakê jî dixwazin biçin.
Rojnamegeran li ser tora civakî peyam parve kirin û got 'Ez jî dixwazim herim'. Yên ku serî lê dane hene.”
Hatîmogullariyê di dawiya axaftina xwe de xwest ku rê li ber serdanan were vekirin û pê de çû:
“Lê hîn rê li ber van serdanan nehatiye vekirin. Em bi hêvî ne ku di demeke herî kin de rê li ber van çûnan vebe.
Ji bo ku em karibin bibêjin qonaxeke nû dest pê kiriye, divê çûna giravê dest pê bike û bilez bibe. Daxwaza Birêz Ocalan jî di vî warî de ye.”

.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)