Hewlêr (Rûdaw) - Bi Biryarnameya Serokkomariyê ya ku di Rojnameya Fermî de hat belavkirin, mercên dayîna destûra rûniştinê ji bo wan biyaniyên ku dê li Tirkiyeyê hilberînê bikin hatin diyarkirin.
Li gorî biryara nû, biyaniyên ku herî kêm 150 hezar dolar hilberînê bikin dê ji bo dema 3 salan, ên ku 200 hezar dolar hilberînê bikin jî dê ji bo dema 5 salan destûra rûniştinê wergirin.
Biryar bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin û bi vê yekê rêziknameya nû ya li ser destûra rûniştinê ya veberhênerên biyanî ket meriyetê.
Ji bo 150 hezar dolarî 3 sal, ji bo 200 hezar dolarî jî 5 sal
Li gorî biryarê, heyama destûra rûniştinê ya ji bo hilberînerên biyanî dê li gorî qebareya pereyê ku razandine bê diyarkirin.
Biyaniyên ku herî kêm bi qasî 150 hezar dolarên Amerîkî yan jî beramberî wê bi diravê biyanî hilberînê bikin, dê karibin ji bo dema 3 salan destûra rûniştinê bistînin.
Kesên ku herî kêm bi qasî 200 hezar dolarên Amerîkî yan jî beramberî wê bi diravê biyanî hilberînê bikin jî dê karibin mafê rûniştinê yê 5 salan werbigirin.
Divê hilberîner bi qasî nîvê dema rûniştinê di sîstemê de bimîne
Di çarçoveya vê guhertina nû de, razandina pereyan li bankan, amûrên deynkirina dewletê, fonên hilberîna xanî û milkan, fonên hilberîna sermayeya karsaziyê û planên xanenişîniyê wekî bijarteyên hilberînê hatine nîşandan.
Pêwîst e hilberîner pere û hilberîna xwe herî kêm heta nîvê wê heyama ku destûra rûniştinê wergirtine di nava sîstemê de bihêlin û venekêşin.
Li gorî cureyê hilberînê, ev yek dê ji aliyê bank, saziyên giştî yan jî dezgehên pêwendîdar ve bê şopandin û tespîtkirin.
Rêbaz û mercên serlêdana ji bo destûra rûniştinê dê ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve bên diyarkirin.
Biryar roja ku hat weşandin, ango îro 18ê Çiriya Paşîna 2026an ket warê cîbicîkirinê.
.jpg&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)