Kuştina 12 leşkeran hîn di rojeva aliyên siyasî yên Tirkiyeyê de ye

27-12-2023
RÛDAW
Parlamentoya Tirkiyeyê/Wêne: AA
Parlamentoya Tirkiyeyê/Wêne: AA
Nîşan Devlet Bahçelî DEM Partî CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna partiya xwe de DEM Partiyê wekî “Partiya terorê” binav kir û got, “Em êdî tehemul nakin ku li parlamentoyê terorîstan bibînin.”

Piştî kuştina 12 leşkerên Tirkiyeyê careke din DEM Partî bûye armanca MHPyê.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî roja sêşemê di civîna partiya xwe de DEM Partiyê kir armanc.

Bahçelî got, “Divê mûçeyê 57 parlamenterên DEM Partiyê bê qûtkirin û li malbatên şehîdan û ji bo rûbirûbûna terorê bê xerc kirin.”

Piştî axaftinên Bahçelî DEM Partî daxuyaniyê da û got, “Em heqaretên we qat bi qat li we vedigerînin.”

“Em dijmin û kûjeran naxwazin”

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî wiha axivî:

“Em li Parlamentoya Tirkiyeyê terorîstan naxwazin. Dijmin û kûjeran naxwazin.

Pêşniyara min ew e ku mûçeyê 57 parlamenterên DEMê û alîkariya xezîneyê ya ku bo vê hêlîna terorê tê dayîn bê qûtkirin û bo rûbirûbûna terorê malbatên şehîdan bête xerc kirin."

DEM Partî li hember tohmetên Bahçelî bêdeng nema û di daxuyaniyekê de got:

“Xirabiya herî mezin a ku hatiye serê vî welatî hûn in û siyaseta we ye. 

Li şûna ku ji bo rawestandina mirina ciwanan, yên ku bi qehremantî mirinê pîroz dibînin û dixwazin rûbirûbûn berdewam bikin hûn in.

Em heqaretên we qat bi qat li we vedigerînin."

Piştî kuştina 12 leşkeran, Parlamentoya Tirkiyê daxuyaniyeke hevbeş a "şermezarkirina terorê" belav kir.

Ji bilî DEM Partiyê, CHPyê jî daxuyaniyê îmze nekir. Ji ber vê sedemê CHP jî bûye armanca gotin û tohmetên Serokê MHPyê. 

Bahçelî li ser CHPyê got:

"CHP ya îro ku bi îmzenekirina daxuyaniya hevbeş a parlamentoyê çûye nav rêzên PKKyê û bûye sedema êşana hestiyên şehîdên me.

Ew bi qasî DEMê (DEM Partî) li ser ewlehiya me ya niştîmanî bûne gef.”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bersiva Bahçelî da

Ozel bibîrxist ku MHPyê bi awayekî serbixwe daxuyaniyeke “şermezarkirina terorê” belav kirine û  sedemên vê biryara xwe ya îmzenekirina daxuyaniyê eşkere kirin.

Ozgur Ozel got:

“Dibêjin erkeke we heye û hûn dê îmzeyekê li vê kaxizê bidin û em dê bihev re şermezar bikin.

Me wê rojê got bêyî ku şîna giştî bê ragihandin û agahî ji bo parlamentoyê û opozîsyona sereke û partiyên opozîsyonê bên dayîn em bi we re ti îmzeyan navêjin û nabin şirîkê berpirsyariya we ku we rewa dikin."

Piştî kuştina 12 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê, Hevserok û piraniya Parlamenterên DEM Partiyê ji bo çareserî, diyalog û bidawîanîna rûbirûbûnan amedebûna xwe ragihandine û peyamên aşitiyê belav dikin.

Li aliyê din berpirsên desthilatê û şirîka wê berovajî vê yekê di piraniya daxuyaniyên xwe de tekeziyê  li ser berdewamiya operasyon, şer û rûbirûbûnan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst