Enqere (Rûdaw) - Tirkiye di heyama nû de serokatiya Konseya Wezîrên Karên Derve ya Welatên Rêxistina Hevkariya Îslamê dike.
Di vê çarçoveyê de, li Enqereyê bernameyeke taybet ji bo jinên ciwan ên Misilman tê lidarxistin.
Bername ji forum, panel û gotûbêjan pêk tê û dê heta 25ê vê mehê bidome.
Di roja yekem a bernameyê de, Wezîra Malbat û Karên Civakî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yên Tirkiyeyê jî beşdar bûn.
Armanca sereke ya Tirkiyeyê ji vê bernameyê ew e ku rola jinên Misilman di rêxistinên navdewletî, dîplomasî û karên civakî de zêdetir bibe.
Keça Serokkomarê Tirkiyeyê Esra Albayrak jî beşdarî bernameyê bû û wê gotarek pêşkêş kir.
Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê "Bernameya Rêbertiyê ya Jinên Ciwan ên Misilman" hat lidarxistin.
Ev bername di çarçoveya serokatiya Tirkiyeyê ya di Konseya Wezîrên Karên Derve ya Welatên Endamên Rêxistina Hevkariya Îslamê de tê lidarxistin.
Parvekirina ezmûnên Tirkiyeyê
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Musa Kulaklikaya li ser armanca bernameyê got:
“Di bin sîwana Rêxistina Hevkariya Îslamê de em hewl didin tecrûbe û azmûnên Tirkiyeyê bi mêvanên xwe re parve bikin.
Ev civîna sêyem e ku em li dar dixin. Beriya niha jî li çend welatên cuda civîn hatibûn kirin."
Beşdariya ji 25 welatan
Ji bo beşdariya "Bernameya Rêbertiyê ya Jinên Ciwan ên Misilman", ji 25 welatan 31 jinên ciwan li Enqereyê amade bûn.
Di gotaran de qala girîngiya zêdekirina rola jinên ciwan a di dîplomasî û karên civakî de hat kirin.
Beşdara ji Gîneyê Fanta Kabayê li ser girîngiya bernameyê got:
"Peyama min ew e ku bi baweriya min ev cûre bername gelekî girîng in.
Çimkî ronahiyê dixin ser jinên ji welatên cuda da ku bicivin û nîşan bidin ku ew çawa dikarin li welatên xwe bibin serkirde."
Rola jinan a di civakê de
Balyozê Kamerûnê Victor Tchatchouwo jî bal kişand ser rola jinan û got:
"Em hemû li ser heman rêyê dixebitin. Ez hêvîdar im ku em li vir bigihin encamên baş.
Çimkî ti kes nikare wê rola sereke ji bîr bike ku jin di civakên me de dilîzin. Îro gelek jinên me yên bihêz û xwedî desthilat hene.
Lewma li herêma xwe jî, em wisa bawer dikin ku divê em her dem ji bo bipêşxistina jinan bixebitin da ku ew bigihin wê pêgeha ku hêjayî wê ne."
Alîkarê Nûnerê Herêmî yê Ewropa û Asyaya Navîn ê Rêxistina Xwirek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) Nabil Gangi piştgiriya xwe nîşan da û got:
"Ev peyameke piştgiriyê ye ji bo Tirkiyeyê, ji ber wê rola serkêşiyê ya ku di nav welatan de lîstiye.
Jin li vê herêmê gelekî girîng in, ne tenê li vir, belkî li seranserê cîhanê.
Em li FAOyê hest dikin ku bêyî rola girîng a jinan a li ser asta cîhanî, em nikarin bigihin armancên xwe yên bipêşketinê."
Tecrûbeya Tûnisê
Balyozê Tûnisê Ahmed Ben Sghaier jî amaje bi bipêşketina welatên Îslam da û wiha axivî:
"Bi rastî welatên Îslam di warê xurtkirina jinan a di warên aborî, civakî û heta siyasî de pêşketineke mezin bi dest xist.
Bi taybetî li Tûnisê jin di hikûmetê de cihên payebilind ên biryardanê digirin."
Bernameya Rêbertiyê ya Jinên Ciwan ên Misilman cars yekem 2017an û cara duyem jî 2019an hatibû organîzekirin.
Armanca vê bernameyê ji bo jinên ciwan ên Misilman avakirina torên hevkariyê yên demdirêj e.


