Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik bi tundî Kiliçdaroglu rexne kir û got, Tu dê bi çi rûyî biçî ziyareta Demîrtaş?"
Komcivîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro bi serokatiya Alîkarê Serokê Parlamentoyê Celal Adan hat lidarxistin.
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik mafê axaftinê yê derveyî rojevê wergirt.
Wî di axaftina xwe de bal kişand ser îdiayên ku Kemal Kiliçdaroglu dê biçe Girtîgeha Edirneyê û bi Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş hevdîtinê bike.
"Tu bi çi rûyî diçî?"
Sirri Sakik helwesta Kiliçdaroglu ya sala 2016an a li ser rakirina parêzbendiyan bi bîr xist û got:
"Kengî pirsgirêkeke li ser Kurdan hebe, di vê parlamentoyê de her tim lihevkirineke neteweyî çêdibe.
Sala 2016an dema parêzbendî dihatin rakirin, serokê partiya sereke ya mixalefetê hat li vir rûnişt û got, 'Li dijî Destûra Bingehîn e lê ez dibêjim erê'.
Wî bi vê yekê tawana destûrî kir. Niha piştî 10 salan rojnamegeran ji wî pirsî ka poşman e yan na.
Lê wî got, 'Nexêr, ez ne poşman im'.
Poşmanbûn merdî ye lê ev yek li cem te nîne. Tu 10 salan Selahattîn Demîrtaş di hundir de dihêlî û pişt re dibêjî 'Ez dê herim ziyareta wî.'
Tu bi çi rûyî diçî ziyareta Selahattîn? Kurdan di demê xwe de kevir danîn ser dilê xwe û deng dan te.
Xwedê ti kesan nexe halê te. Em hemû dê bimirin herin lê ya girîng ew e ku mirov li pey xwe navekî qenc bihêle. Te ew navê qenc jî li pey xwe nehişt."
Demîrtaş ziyaret red kiriye
Gotinên Sirri Sakik di demekê de ne ku Kemal Kiliçdaroglu dixwest li Girtîgeha Edirneyê bi Selahattîn Demîrtaş re bicive.
Lê li gorî zanyariyan, Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe ragihandiye ku ew dê ziyareta Kiliçdaroglu qebûl neke.
Hat zanîn ku Demîrtaş daye zanîn hîn ti daxwazên fermî ji Kiliçdaroglu li ser mijarê negihiştiye wî.
Her wiha Demîrtaş tekez kiriye ku heger daxwazek were jî ew dê ziyareta Kiliçdaroglu qebûl neke.



