Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê û Parlamenterê Mêrsînê Mehmet Emîn Ekmen li ser yasaya çarçoveyê ya ku ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan tê amadekirin û rûdanên dawî yên di pêvajoya siyasî de ji Rûdawê re axivî.
Mehmet Emîn Ekmen da zanîn ku yasa dereng maye lê ew li bendê ne ku di demeke kurt de were rojeva Parlamentoyê.
Mehmet Emîn Ekmen diyar kir ku ew li gel wê yekê ne ku divê ji 12ê Gulana 2025an pê ve ku rêxistinê xwe fesix kiriye ev yasa bihata derxistin û got:
"Heta îro nehatiye Parlamentoyê, ev yek nîşan dide ku dereng maye.
Lê hinek nîşane hene ku dê di demeke kurt de were. Wezîrê Dadê roja îniyê di ziyareta xwe ya Rîzeyê de got ku wan yasa temam kiriye.
Omer Çelîk jî doh got 'em derbasî qonaxeke nû bûn, yasa amade ye.' Dema ku em van didin hev, wisa tê fêmkirin ku dê di demeke nêzîk de partiyên siyasî ziyaret bikin û pêşnûmeyek bê nîqaşkirin."
Naveroka yasayê û pêvajoya kontrolê
Ekmen pêşbîniyên xwe yên li ser naveroka yasayê anîn zimên û wiha axivî:
"Ev yasa dê beriya her tiştî ji bo kesên ku tevlî rêxistinê bûne lê tevlî çalakiyan nebûne nêzîkbûnekê bîne.
Di qonaxa yekem de ji bo kesên ku tevlî çalakiyan bûne, ferman dane û di asteke diyar de birêvebirî kiriye ti sererastkirin nayê pêşbînîkirin.
Dê derbarê kesên ku li ser wan sererastkirin hatiye kirin, dema kontrolê ya wekî 3 an 5 salan bê danîn.
Eger di vê demê de sûcekî din neyê kirin dê dosyeyên li ser wan bên girtin. Yanî dê pêşî li dadgehê ji bo her kesî dosyeyek bê vekirin û piştî demeke diyar jî dê bê girtin."
Nakokiya di navbera DEM Partî û desthilatê de
Ekmen bal kişand ser yek ji xalên nakok ên sereke yên di navbera DEM Partî û hikûmetê de û got:
"DEM Partî li dijî wê yekê ye ku cihêkarî di navbera 'yên ku tevlî çalakiyan bûne û nebûne' de bê kirin.
Lê desthilatê heta niha nîşan daye ku ew dê li ser vê cihêkariyê bi israr be.
Piştî derketina vê yasayê, bi guhertineke di qanûna înfazê de dibe ku di hinek mijarên diyar de hinek nermbûn çêbibin."
Salnameya Parlamentoyê û îhtîmala derengmayînê
Ekmen li ser dema hatina yasayê ya Parlamentoyê jî wiha got:
"Parlamento ji 10 salan zêdetir e her tim meha tîrmehê kar dike. Ji ber vê yekê ti nîşaneyên teqez nînin ku ev qanûn heta dawiya meha tîrmehê were Parlamentoyê.
Yanî dikarin qanûnê di navbera partiyan de bidin nîqaşkirin lê dikarin anîna wê ya Parlamentoyê heta dema betlaneyê bi bangeke awarte yan jî heta meha çiriya pêş bi paş bixin."
Helwesta Ocalan û meseleya bazariyê
Ekmen qala helwesta Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de kir û got:
"Gava em li mînakên cîhanê dinêrin, di serî de bingeha yasayî çêdibe û paşê çek tên danîn an jî tên şewitandin.
Lê wisa xuya dike ku ji bo destpêkirina vê pêvajoyê, li ser xwefesixkirinêî û danîna çekan, sozek ji hikûmetê re hatiye dayîn. Hikûmet jî daxwaza bicihkirina vê sozê dike.
Niha Ocalan ji aliyê îdeolojîk ve, bi liberçavgirtina rewşa cîhanê, herikîna dîrokê û paşeroja rêxistina xwe dibêje, 'heger dewlet ti rêbazan ranegihîne jî min dawî li xebata çekdarî aniye'.
Dema wiha be bazariyek nîne. Yanî ne ew rewş e ku bibêje 'bila pêşî yasa derkeve paşê ez çekan deynim'.
Eger rêxistinê bi hêz û îradeya xwe ev biryar dabe, tiştê ku dikeve ser milê dewletê ew e ku derfetekê bide kesên ku dixwazin ji rêxistinê veqetin. Ev yasa ji bo vê yekê derdikeve."
Ekmen diyar kir ku helwesta desthilatê zextê li ser mixalefetê çêdike û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Doz û lêpirsînên ku didomin, bernedana Demîrtaş û hevalên wî û neavêtina ti gavan a di warê demokratîkbûnê ji bo Kurdî de, mixalefetê neçar dikin ku bi desthilatê re tevbigere.
Lê dibe ku tabloyeke wiha derkeve holê, eger pakêta ku desthilatê aniye ji ber sedemên cuda were rexnekirin û ji her du komên din ên mixalefetê, ango ji Rêya Nû û CHPyê piştgiriya temam nebîne jî dibe ku ev partî rexneyên giran nekin û dijberiyeke xurt nîşan nedin.
Wekî li Îmraliyê dê beşdarî pêvajoyê nebin lê li dijî wê jî ranawestin.
Ev hinekî girêdayî wê yekê ye ka di naveroka pakêta bê de çi heye û desthilat dixwaze wê pêvajoyê çawa bidomîne."


