Bakirhan: Ji bo Ocalan fikrên xwe bibêje deriyên Îmraliyê vekin

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Deriyên Îmraliyê vekin da ku birêz Ocalan fikrên xwe ji xelkê re bibêje.” 

 Kongreya Asayî ya 4an Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li Odeya Endezyaran a TMMOByê dest pê kir.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî kongreyê bû têkildarî rojevê axivî. 

“Ti sûda êrişan nîne”

Bakirhan bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û got:

“Ti sûda van êrişan ji bo kesekî nîne. Bombebarankirina nexweşxaneyan wekî serkeftinê nîşan didin.

Em desthilatdariyê hişyar dikin û jê re dibêjin ku ev ne çareserî ye.

Em dixwazin li Rojava hemû gel di nav pergalekê de wekî hev bi azadî bijîn.” 

Bakirhan amaje bi wê yekê kir ku ji bo krîza heyî were çareserkirin divê ewil pirsa Kurd bê çareserkirin û got:

“Binêrin, pirsgirêka Kurd heta niha 42 serokwezîr û 13 serokkomar bi xwe re birin. Gelek burokratên din jî.

Ya herî girîng jî 3 trîlyon dolar hatin pûçkirin. Vaye pereyê ku kedkar û bindest bikarin pê jiyaneke însanî derbas bikin, wekî top û gule li ser serê Kurdan barandin.

Lewma jî li gorî me ya herî girîng ew e ku ev pirsgirêk êdî bi rêyên demokratîk û danûstandinan bê çareserkirin.

Em dibêjin divê têkiliyên Kurdan û Tirkan ên dîrokî li ser bingeheke demokratîk be.”

“Sermuzakerevan Ocalan e”

Bakirhan hevdîtina Omer Ocalan û Abdullah Ocalan bi bîr xist û got:

“Birêz Ocalan got ku eger zemîneke hiqûqî çêbibe dê ji bo çareseriyê her rolê dikare bilîze.

Em ji desthilatê re dibêjin, sermuzakerevanê vê meseleyê birêz Ocalan e. Deriyên Îmraliyê vekin û bila birêz Ocalan fikrên xwe bi gel re parve bike.

Em di pêvajoyeke krîtîk de ne. Em ji xwe piştrast û bi bawer in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst