Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 3 milyon û 632 hezar û 64 kesên biyanî xwedî mafê niştecihbûnê ne.
Ji vê rêjeyê, 2 milyon û 264 hezar û 983 kes koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser koçber û ewlehiya sînoran agahiyên nû parve kirin.
Zêdetirî 2 milyon koçber
Mustafa Çîftçî eşkere kir ku niha li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 632 hezar û 64 kesên biyanî bi awayekî yasayî xwedî mafê niştecihbûnê ne.
Wî da zanîn ku ji vê rêjeyê, 2 milyon û 264 hezar û 983 kes ji koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pêk tên ku di bin "parastina demkî" de ne.
Vegerîna koçberan didome
Mustafa Çîftçî diyar kir, navbera salên 2016 û 2026an milyonek û 425 hezar koçberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi awayekî "dilxwazî, biewle û birûmet" vegeriyane welatê xwe.
Têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî koçberiya neyasayî û qaçaxçîtiya mirovan bi biryardarî didome û got:
"Ji bo parastina sînorên xwe, me heta niha hezar û 329 kîlometre dîwarê ewlehiyê temam kiriye û xebatên li ser 110 kîlometreyên din jî didomin."
Her wiha Çîftçî anî zimên ku sînor bi bircên elektro-optîk, kamerayên termal û wesayîtên çavdêriyê tên parastin.



