Hewlêr (Rûdaw) - Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum ragihand ku dibe hilbijartinên giştî yên 2028an hinekî werin bi pêşvekişandin.
Di vê rewşê de li gorî Destûra Bingehîn derfet çêdibe ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan careke din bibe namzed.
Dîroka hilbijartinan dikare were guhertin
Serşêwirmendê Serokkomar û Alîkarê Serokê Desteya Polîtîkayên Hiqûqî ya Serokkomariyê Mehmet Uçum li ser dema hilbijartinên 2028an nivîseke berfireh belav kir.
Uçum destnîşan kir ku dîroka asayî ya hilbijartinan 7ê Gulana 2028an e.
Lê bi biryara Parlamentoya Tirkiyeyê ev dîrok dikare were bi pêşvekişandin.
Uçum diyar kir ku eger hilbijartin 16ê Nîsana 2028an werin kirin ev ne 'hilbijartineke pêşwext' e.
Bi gotina Uçum ev yek di çarçoveya destûrî de sererastkirineke dîrokê tê dîtin.
Uçum li ser vê yekê got, "Pêşvekişandina hilbijartinan ji bo demeke kurt derfeteke destûrî ye. Sala 2023yan jî heman tişt hat kirin û ti nîqaşên hîleya destûrî çênebûn."
Mehmet Uçum bal kişand ser xala Destûra Bingehîn a li ser namzedbûna Serokkomar û got:
“Li gorî Destûrê, eger parlamento di serdema duyem a Serokkomar de biryara nûkirina hilbijartinan bide, Serokkomar dikare careke din bibe namzed.
Em ji vê re dibêjin namzedbûna awarte. Ji bo bicihkirina vê xalê tenê îradeya parlamentoyê bes e. Pêwîstî bi ti mercên din nîne."
Bangî mixalefetê kir
Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê di nivîsa xwe de rexne li helwesta mixalefetê girt.
Wî bangî mixalefetê kir ku ji hevrikiya demokratîk dûr nekeve û wiha pê de çû:
"Hevpeymaniya Cumhur berê eşkere kiriye ku berbijêrê wan Birêz Erdogan e. Niha dema mixalefetê ye."
Uçum pirsî, "Ma ew dê sala 2028an careke din bikevin pêşbirka demokratîk yan jî dê ji hevrikiyê birevin?"
Bi gotina wî xelk wan aktorên siyasî efû nakin ku bi hincetên nehiqûqî rê li ber namzedbûna Erdogan digirin.
Uçum di dawiyê de eşkere kir ku tê pêşbînîkirin hilbijartin sala 2028an hinekî werin bipêşvekişandin.
Bi vî rengî dê deriyê qanûnî ji bo cara dawî li ber namzedbûna Erdogan were vekirin.
Pergala nû û xala 116an
Li gorî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê kesek dikare tenê du caran bibe Serokkomar.
Recep Tayyîp Erdogan salên 2018 û 2023yan di bin pergala nû ya serokatiyê de du caran hatiye hilbijartin.
Lê di Destûrê de xaleke taybet heye (xala 116an).
Li gorî wê xaleyê eger parlamento bi dengê 360 parlamenteran biryara nûkirina hilbijartinan bide, serokê niha dikare ji bo cara sêyem bibe berbijêr.
Ew nîqaşên ku Mehmet Uçum dane destpêkirin, wekî amadehiya hiqûqî ya ji bo Serokkomariya Erdogan a piştî sala 2028an tên dîtin.



