Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven ragihand ku wî qala PKKyê nekiriye lê bi endamtiya wê tê tawanbarkirin.
Alî Çevan her wiha got, “Ji ber ku li dadgehê min ji PKKyê re negotiye 'rêxistina terorê' ew yek jî wekî hincet hat bikaranîn.”
Li Dadgeha Cezayê Giran a 14an a Stenbolê (Çaglayanê) doza Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven hat dîtin.
Dadgehê bi îdiaya "endamtiya PKKyê" 6 sal û 3 meh ceza da Çeven.
Parêzerên Alî Çeven li dijî vê biryarê derketin û dosye ji bo temyîzê dê biçe Dadgeha Bilind.
Alî Çeven beriya niha jî 11 mehan di girtîgehê de mabû û hatibû darizandin.
"Li ser îhtimala paşerojê ceza dan min"
Alî Çeven li ser cezayê xwe ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku dozger ti delîlên şênber nedîtine lê li ser egera paşerojê ceza xwestiye û got:
“Dozger bi xwe qebûl kir ku delîla endamtiyê nîne. Lê dozger got, 'Her çend delîl nebin jî tevgera wî nîşan dide ku dibe ku di paşerojê de îradeya xwe teslîmî PKKyê bike.'
Li ser vê îhtimala paşerojê ceza dan min."
Peyva "Kurdistan" bû sûc
Li gorî gotina Çeven, dadgehê nûçeyên Rûdawê wekî sedema sûc nîşan dane.
Çeven anî zimên ku bikaranîna peyvên "Kurdistan" û "Şehîdên Kurdistanê" jî bûne sedema cezayê.
Çeven diyar kir ku wî di dadgehê de ji PKKyê re negotiye 'rêxistina terorê' û ev yek jî wekî hincet hatiye bikaranîn û got:
“Min ji wan re got ku îdeolojiya me cuda ye lê ez wan wekî terorîst nabînim. Ev helwesta min jî kirin sedema endamtiyê."
Nakokiya "pêvajoya nû"
Alî Çeven bal kişand ser "pêvajoya nû" ya li Tirkiyeyê û got:
“Ji aliyekî ve qala derketina Ocalan dikin. Lê ji aliyê din ve ciwanekî Kurd ê ku ti têkiliya wî bi çek û rêxistinan re nîne, bi îdiayên pûç ceza dikin. Ev nakokiyeke mezin e."
Dibe ku 11 salan di girtîgehê de bimîne
Alî Çeven eşkere kir ku du dozên wî yên din jî li Dadgeha Îstînafê ne.
Çeven da zanîn ku heke ev ceza hemû werin pejirandin, ew dê nêzîkî 11 salan di girtîgehê de bimîne.
Bangî xelkê kir: Em dê li Meydana Şêx Seîd bin
Alî Çeven di dawiya axaftina xwe de bangî Kurdan kir.
Wî ragihand ku ev ceza nikarin pêşiya xebatên wan bigirin û got:
“29ê Hezîranê salvegera 99an a şehadeta Şêx Seîd e. Em dê wê rojê li Amedê li Meydana Şêx Seîd bin.
Em dê daxwaza tespîtkirina gorên pêşengên xwe bikin. Em li benda gelê xwe ne."


