Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Wanê ragihand ku ew dê ji ber gotinên wî yên li ser pîrozbahiyên Newrozê giliyê Serokê Şaredariya Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş bike.
Mansur Yavaş, bi axaftina xwe ya li mîtînga li Stenbolê ya ji bo piştgiriya bi Îmamoglu re bû sedema gelek bertekan.
Newroz li Bakurê Kurdistanê bi coş û kelecaneke mezin hat pîrozkirin.
“Alayên ku li gorî min paçik bûn dihatin hejandin”
Yavaş di axaftina xwe de amaje bi pîrozbahiyên Newrozê da û got:
"Doh li cihekî li Rojhilatê (Bakurê Kurdistanê) alayên ku li gorî min paçik bûn dihatin hejandin.
Dema ku polîsan li wir û şekirên pemboyî didan xelkê ez vê midaxeleya li vir rast nabînim.
Em ji hêzên ewlehiyê hêvî dikin ku li vir jî şekirên pemboyî pêşkêşî xortan bikin."
Ev gotinên Yavaş û betehemuliya wî ya li hemberî nirx û sembolên Kurdan bûn sedema gelek bertekan.
Bertekek ji wan jî ji Baroya Wanê hat, Baroyê eşkere kir ku dê giliyê Yavêş bikin.
“Baroya me dê giliyê wî bike”
Baroyê diyar kir ku polîsan dema Newroza Şirnexê şekirên pemboyî dane zarokan lê Yavaş vê yekê wekî sûc nîşan dide û li dûv çû:
"Baroya me dê ji ber van gotinên Mansur Yavaş li cem Serdozgeriya Komara Stenbolê giliyê wî bike.
Em helwesta Mansur Yavaş a bêrêz û lêsorker a li hemberî gelê Kurd şermezar dikin û em dê şopînerê vê pêvajoyê bin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse