Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arînan hatin girtin.
Li parêzgeha Stenbolê hevserokên rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arînan bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” û “propagandeya rêxistina terorê” hatin girtin.
Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber ku çalakiya bibîranîna endameke PKKyê ya li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê hatiye kirin lêpirsîn daye destpêkirin.
18ê mehê di çarçoveya lêpirsînê de hevserokên navçeyê Rojda Yilmaz û Abdullah Arînan hatin desteserkirin.
18ê mehê polîsan bi ser avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtibû û deriyê avahiyê hatibû şikandin.
Her wiha piştî serdegirtina avahiyê hêzên ewlehiyê xwestibû ku Rojda Yilmaz û Abdullah Arînan biçin Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê û îfadeyê bidin.
Rojda Yilmaz û Abdullah Arînan piştî îfadeyan heman rojê hatibûn desteserkirin.
Yilmaz û Arînan îro piştî îfadeya li Birêvebiriya Ewlehiyê sewqî Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê hatin kirin.
Yilmaz û Arînan piştî bidawîbûna kar û barên yasayî tohmeta “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” û “propagandeya rêxistina terorê” hatin girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse