Li Tirkiyeyê çend biyanî hene?

2 demjimêr berê
Nîşan Tirkiye Biyanî Amar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatoya Îdareya Koçê ragihand ku li Tirkiyeyê 4 milyon 425 hezar û 230 biyanî hene.

Di bernameyeke televîzyonê de hatibû îdiakirin ku li Tirkiyeyê 7 milyon welatiyên Sûriyeyê û bi tevahî jî 13 milyon biyanî hene.

Serokatoya Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ev îdia red kir.

Îdareya Koçê got ku amarên biyaniyên li Tirkiyeyê her hefte li ser rûpela xwe bi awayekî şefaf diweşînin û îdiaya “13 milyon biyanî” ne rast e.

“4 milyon û 425 hezar û 230 biyanî hene”

Di daxuyaniyê de li ser hejmara biyaniyan ev agahî hatin dayîn:

“Li welatê me îro 3 milyon û 99 hezar û 524 Sûriyeyiyên di bin parastinê de hene.

Her wiha 221 hezar û 353 biyaniyên di bin parastina navneteweyî de û milyonek û 104 hezar û 353 biyaniyên ku mafê rûniştinê wergirtiye hene ku bi tevahî dike 4 milyon û 425 hezar û 230 biyanî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst