Êrîşa li dijî Sînan Aygul li Parlamentoya Tirkiyê bû rojev

19-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Sînan Aygul Parlamentoya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Çep a Kesk (YSP) ê Amedê Cengiz Çandar û Parlamentera YSPê ya Bêdlîsê Semra Çaglar Gokalp, bûyera êrîşa ser rojnamevanê Kurd Sinan Aygul, li Parlamentoya Tirkiyê ji Wezîrê Navxwe pirsîn.

Serokê Komeleya Rojnamevanên Bedlîsê Sinan Aygul ku ji ber nûçeyên gendeliyê gelek caran hatiye desteserkirin, roja Şemiyê 17ê Hezîranê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ji aliyê polîs Engîn Kaplan û boksor Yucel Baysali yên pasevanên Şaredarê Tetwanê Mehmet Emin Geylani ve rastî êrîşê hat û birîndar bû. Aygul piştî bûyerê derbarê Mehmet Emin Geylani de gilî tomar kir. Geylanî jî ragihand ku wî ji bo êrîşê ferman nedaye û ti peywendiya wî bi bûyerê re nîne.

Cengiz Çandar û Semra Çaglar Gokalp, derbarê bûyerê de pirsiyarname pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kirin û daxwaz kirin Wezîrê Navxwe Ali Yerlikaya bersiv bide. Çandar di pirsiyarnameya xwe de ji Ali Yerlikaya pirsî; “Ka gelo hûn dê ji bo tekoşîna dijî êrîşên ser rojnamevanan û tawanên tundûtûjiyê planeke çalakiyê ya berfireh amade bikin?.”

Çandar pirsa “Gelo hûn dê derbarê îdiayên gendeliyê yên Şaredariya Tetwanê de lêpirsînê bidin destpêkirin” jî pirsî. Çandar herwiha bi pirsyarnameyeke din ji Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz pirsî, “Gelo derbarê rawestandina êrîşên ser rojnamevanan û dabînkirina azadiya medyayê de armanca we çiye û di vê mijarê de planeke we heye û ji bo tekoşîna dijî nefretê ya tundûtûjiya ser rojnamevanan û çanda ceza nedanê polîtikayeke we heye yan na?”

Semra Çaglar Gokalp jî bi pirsiyarnameyekê ji Ali Yerlikaya pirsa “Gelo derbarê Şaredarê Tetwanê Mehmet Emin Geylani û îdiayên gendeliyê yên firotina milkan de lêpirsîn hatiye destpêkirin?” kir. Gokalp herwiha pirsa, “Tirkiyê di rêza azadiya medyayê de di nav 180 welatan de di rêza 165emîn de ye, gelo wezareta we derbarê baştirkirina vê yekê de xebatekê dike?” kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst