Xelk ji bo Îmamoglu li ber Şaredariya Stenbolê kom bû: ‘Ev hewla derbeyê ye’

Duh li 10:36
Omer Sonmez
Nîşan Ekrem Îmamoglu Desteserkirin Stenbol CHP
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, berpirsên Şaredariya Stenbolê, şaredarên navçeyên Stenbolê, rojnameger û karsaz jî di nav de derbarê 106 kesan de ji ber du lêpirsînên cuda biryara desteserkirinê hat dayîn.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel da zanîn, “Ev hewla derbeyê ye.”

Bi hezaran endam û alîgirên CHPyê û xelkê Stenbolê ji bo piştgiriya Ekrem Îmamoglu, piştî Birêvebiriya Ewlehiya Stenbolê derbasî Şaredariya Stenbolê bûn û bertek nîşanî operasyonan da.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî ji Enqereyê çû Stenbolê û li Şaredariya Stenbolê bertek nîşanî desthilatê da.

Operasyona li dijî Îmamoglu li Stenbolê rewşeke derasayî derxist holê.

Gelek rê bi bariyerên polîsan hatin girtin, seferên metroya Stenbolê hatin rawestandin û di têketina înternet û platformên medyaya civakî de astengî çêbûn.

Her wiha Walîtiya Stenbolê heta 23yê Adarê li tevahiya Stenbolê her cure protesto, civîn û meş qedexe kirin.

Şêniya Stenbolê Ayşeyê li ser desteserkirina Îmamoglu got:

“Em ji bo piştgiriyê bidin Îmamoglu li vir in.

Ji ber ku neheqî lê hatiye kirin, em hatin piştgiriya wî.

Helbet gelek şaş e ku kesek bêsûc bê girtin.”

Şêniya Stenbolê û dengdêra CHPyê Fatmayê anî ziman:

“Em ji bo piştgiriya Ekrem Îmamoglu li vir in.

Yanî divê kiryarên wiha neyên kirin.”

Ekrem Îmamoglu, Şaredarê navçeya Beylîkduzuyê Murat Çalik û berpirsên Şaredariya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna bi hinceta ‘gendeliyê’ de, derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn.

“Têkiliya wî bi gendeliyê re nîne”

Endamê CHPyê Mahmut Şerefoglu jî got:

“Em ji bo Îmamoglu azad bikin li vê derê ne.

Têkiliya wî bi gendeliyê re nîne. Ew mirovekî rast e.

Ji ber ku alîkariya feqîran dikir bû hedef.”

Di lêpirsîna duyem a bi hinceta ‘teror’ û ‘lihevkirina bajêr’ de jî, dîsa di nav de Îmamoglu, Şaredarê navçeya Şîşliyê Resul Ekrem Şahan û Sekreterê Şaredariya Stenbolê Mahîr Polat bi giştî 7 kes hatin desteserkirin.

Hevseroka KESKê Ayfer Koçakê jî got:

“Beriya demekî operasyon li hemberî Kongreya Demokratîk a Gelan pêk hatibû.

Ew aliyên ku di zemîna demokratîk de tên cem hev dibin hedef.

Bi rastî, ev jî nîşan dide ku li vî welatî êdî dev ji demokrasiyê hatiye berdan.”

Îmamoglu di peyamên xwe yên ewil de got:

“Ez dê serî natewînim û ez xwe emanetî gelê xwe dikim.”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî ji Enqereyê çû Stenbolê û li Şaredariya Stenbolê bertek nîşanî desthilatê da. 

Serokê CHPyê Ozgur Ozel da zanîn:

“Ev hewla derbeyê ye. Bi vî awayî hem azadiya Ekrem Îmamoglu ya ku bibe namzedê serokkomariyê ji destê wî tê girtin, hem jî azadiya gel a ku kê bixwaze karibe wekî Serokkomar hilbijêre ji destê wî tê girtin.”

Partiyên mixalefetê yên wekî DEM Partî, Partiya Saadetê, DEVA, Gelecek, TÎP û ÎYÎ Partiyê jî biryara desteserkirina Îmamoglu wekî derbeya ji bo îradeya gel bi nav kir û şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst