Bulent Arinç jî axivî: Pêwîstî bi 'pêvajoyeke' nû heye

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bulent Arinç Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê Pêvajoya Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedar Bulent Arinç li ser destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareserkirina Pirsgirêka Kurd axivî û diyar kir ku pêwîstî bi pêvajoyeke nû heye.

Piştî silav û axaftinên Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçel li Hevserokê DEM Partiyê “pêvajoya çareseriyê” rojeva siyasî ya Tirkiyeyê diyar dike.

Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê û yek ji aktorên herî girîng ên pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015an Bulent Arinç ji rojnameger Îrfan Aktan re axivî.

Bulent Arinç li ser destpêkirina pêvajoya çareseriyê wiha got:

“Ez ji vê yekê bi hêvî me. Eger mijar tenê ev be û DEM Partî pê kêfxweş bibe, êdî tu pirsgirêk namîne.

Ez zêde kûr naçim lê eger hûn bibêjin, ‘Bila Ocalan bangekê bike’ divê hûn jê re amadehiyê bikin.

11 sal berê Ocalan ev bang kir. Îro pêdivî bi dînamîkên cuda hene.”

Arinç, tekez kir ku divê pêvajoyeke nû bi naverok û stratejiyeke cuda bê meşandin.

“Pirsgirêka Kurd dê çareser bibe ez bi hêvî me”

Bulent Arinç bal kişand ser girîngiya nêzîkatiyeke nû ya pêvajoya çareseriyê û wiha got:

“Eger em dê aştiyê pêk bînin, piştî ku Besra wêran bû em çima vê yekê dikin? Gelo em dê ji tiştê ku sibê tê gotin an êvarê tê kirin bawer bikin?

Me Ahmet Turk wekî terorîst îlan kir û ji wezîfeyê stand lê belê ti dosya û sûcê wî tunebû ku nîşan bide ew terorîst e.

Eger dê li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê bike. Pêwîstiya me bi pêvajoyeke nû heye.

Li gorî min divê Meclîs vê pêvajoyê bimeşîne. Ji ber ku di pêvajoya çareseriyê ya berê de ji Meclîsê dihat xwestin ku vî karî bike.

Pirsgirêka Kurd dê çareser bibe, ez bi hêvî me. Yên ku dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, divê her cure rîskan bistînin.

Ez bi xwe nizanim Ocalan di çi ferasete de ye û dixwaze çi bike. Ji bo hevdîtina bi Ocalan re hezar û yek rê hene."

Di pêvajoya çareseriyê de me ji xelkê re digot 'cenaze êdî dê nebin, dayik negirîn' Divê ev welat aştiyê bibîne. Ev yek îro jî pêkan e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst