Kêmasiya budceya Tirkiyê gihîşte 219 milyar lîreyan

17-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Tirkiye Kêmasiya Budceyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmasiya budceya Rêveberiya Navendî ya Tirkiyê meha Hezîrana 2023ê gihîşte 219 milyar û 637 milyon lîreyan ku dike nêzîkî 8,5 milyar dolaran.

Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê îro Duşemê 17ê Temûza 2023an encamên cîbicîkirina budceya Hezîrana 2023ê eşkere kir.

Li gor amaran dahatên budceya Hezîrana 2023an li gor heman meha sala par %48,2 zêde bû û gihîşte 268 milyar û 225 milyon lîreyan ku dike 10 milyar dolaran. Di meha Hezîranê de xerciyên budceyê jî li gor heman meha sala par %130 zêde bû û gihîşte 487 milyar û 862 milyon lîreyan.

Bi vî awayî meha Hezîranê di budceya Rêveberiya Navendî de 219 milyar û 637 milyon lîre kêmasî derket.

Di şeş mehên destpêkê yên sala 2023an de dahatên budceyê li gor heman mehên sala par %48,6 zêde bû û gihîşte trilyonek û 880 milyar û 349 milyon lîreyan. Di heman mehan de xerciyên budceya navendî jî ji %101,7 zêde bû û gihîşte 2 trilyon û 363 milyar û 577 milyon lîreyan.

Kêmasiya budceyê ya şeş mehên destpêkê yên sala 2023an gihîşte 483 milyar û 228 milyon lîreyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst