Hewlêr (Rûdaw) - Di dîroka Parlamentoya Tirkiyeyê de cara yekem 2 parlamenterên ku li ser erkê xwe zewicîn.
Serokwekîlê Koma CHPyê Murat Emîr û Parlamentera Stenbolê ya heman partiyê Evrîm Rizvanoglu zewicîn.
Her du parlamenter jî bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ne.
Serokwekîlê Koma Partiya Gel a Komarî (CHP) Murat Emîr û Parlamentera Stenbolê Evrîm Rizvanoglu bi merasîmekê zewicîn.
Vê zewacê gelek bal kişand ser xwe çimkî berê ti carî nehatibû dîtin ku 2 parlamenterên li ser erk bizewicin.
Murat Emîr kî ye?
Murat Emîr sala 1969an li navçeya Hekîmxanê ya Meletiyê ji dayîk bûye û bijîşkê çavan e.
Wî li Zanîngeha Heidelbergê ya Almanyayê mastera fîzîka lazerê kiriye.
Murat Emîr ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê jî der çûye û doktoraya hiqûqa tenduristiyê kiriye.
Emîr ji sala 2015an ve wekî parlamenterê Enqereyê yê CHPyê di parlamentoyê de cih digire.
Evrîm Rizvanoglu kî ye?
Evrîm Rizvanoglu sala 1980an li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Wê xwendina xwe ya bilind li Amerîkayê temam kiriye.
Rizvanoglu di warê birêvebirina karsaziyê de master kiriye.
Ew yek ji damezirînerên Partiya DEVAyê bû.
Rizvanoglu di hilbijartinên 2023yan de ji lîsteya CHPyê wekî parlamentera Stenbolê hat hilbijartin.
Wê Hezîrana 2025an ji Partiya DEVAyê îstifa kir û bi temamî derbasî CHPyê bû.
Rizvanoglu niha di birêvebiriya navendî ya CHPyê de cîgira serokê giştî ye.

.webp&w=3840&q=75)

