Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Keçîorenê Mesut Ozarslan û Şaredarê Keşanê Mehmet Ozcan ên ku ji CHPyê îstifa kiribûn û Şaredarê Nevşehîrê yê ÎYÎ Partiyî Rasîm Ari derbasî AK Partiyê bûn.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan rozet bi her sê şaredaran ve kirin.
Dema ku Mesut Ozarslan ji bo rozetê derket ser dikê, destê Erdogan maç kir.
Erdogan di merasîmê de axivî û diyar kir:
"Em dê wan şaredarên xwe yên ku nû tevlî me bûne hembêz bikin.
Em ji wan re dibêjin hûn bi xêr hatin."
AK Partî şaredarên mixalefetê dikişîne nav refên xwe
Di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de Partiya Gel a Komarî (CHP) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûbû partiya yekem û derbeke mezin li AK Partiyê xistibû.
Piştî hilbijartinan, AK Partî hewl dide ku hêza xwe kom bike û şaredarên mixalefetê bikişîne nav refên xwe.
Beriya niha jî gelek şaredarên Partiya Yenîden Refahê û ÎYÎ Partiyê îstifa kiribûn û derbasî AK Partiyê bûbûn.
Mesut Ozarslan di hilbijartinên 31ê Adarê de li navçeya Keçîorenê ya Enqereyê ku wekî keleha AK Partiyê dihat zanîn, ji CHPyê hatibû hilbijartin.
Rasîm Ari jî li Nevşehîrê wekî namzedê ÎYÎ Partiyê bi ser ketibû û Mehmet Ozcan jî li navçeya Keşanê ya Edirneyê ji CHPyê hatibû hilbijartin.



