Tirkiyê 107 koçberên din dersînor kirin

17-07-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyê, 107 koçber bo welatên wan paş de hatin vegerandin.

Piştî hilbijartinên Tirkiyê zexta li ser koçberan zêde bûye û hejmara koçberên têne dersînorkirin zêdetir bûye. Parêzgariya Kocaeliyê ragihand, tekoşîna li dijî koçberiya neyasayî bi awayekî çalak berdewam dike.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, di çarçoveya xebatên rêgirîkirina koçberiya neyasayî de li Kocaeliyê û parêzgehên derdorê di operasyonên hêzên emnî de 107 koçber hatine desteserkirin û bo Navenda Paşde Vegerandinê ya Gundogduyê ya Îdareya Koçê ya Bajêr hatin radestkirin.

Hatiye ragihandin, ku her 107 koçber piştî karûbarên fermî bo welatên wan hatin dersînorkirin.

Nehatiye gotin ku ew koçber xelkê kîjan welatî bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst