Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Înegolê ya parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê, jinekê bi demançeyê hevjînê xwe kuşt.
Li taxa Kemalpaşayê ya navçeya Înegolê ya parêzgeha Bursayê şeva borî di navbera kesekî bi navê M.N.Ç.yê 42 salî û hevjîna wî S.Ç.ya 42 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Di encama nîqaşê de S.Ç. bi demançeyê gule li sîngê hevjînê xwe da û ew bi giranî birîndar kir.
S.Ç. piştî ku li hevjînê xwe da tîmên tenduristiyê agahdar kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê M.N.Ç.yê ku bi giranî birîndar bû bir Nexweşxaneya Dewletê ya Înegolê.
Tevî midaxeleyan jî M.N.Ç. li nexweşxaneyê mir.
S.Ç. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse